Derhênerê fîlmê Enwer Sultanî ku ji Kurdistana Îranê ye û li Spanyayê dijî, got, fîlma “Şeveke Dirêj”, 45 deqîqe ye û di navbera kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj de ye. Enwer got, wî û grubeke sînemaya Ewropayê, bi xebata 3 mehan fîlm amade kiriye.
Herwiha Sultanî got, di nava çend rojan de, hemû karên hunerî yên fîlmê dê biqedin û dê bête nîşandayîn û domand, “Fîlmeke hunerî ye. Keda fîlmsazên Spanyayê jî tê de heye. Li
Madrîd û Yûnanistanê hatiye kişandin. Fîlm, çîroka ciwanên kurd ên ku li welat derdikevin û berê xwe didin Ewropa ye vedibêje. Di vê çîrokê de girîngiya şevan sereke ye.”
Enwer got, aktorên sereke yên fîlmê Mark Varbin û Sare Mokin in û nêzî 60 kes di vê fîlmê de dilîzin û fîlm ji hêla “Movie 1” ve hatiye çêkirin.
0 yorum:
Post a Comment