Thursday, April 14, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
'Rewşen' derdikeve pêşberî temaşevanan
By
Serbûriyek
Dated
10:00 AM
Belgefîlmê bi navê "Rewşen" yekemîn car di Festîvala Fîlman a Stenbolê de tê nîşandayîn.
Belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê "Rewşen" ku bi ser kovara Rewşenê re salên 90'î, anekdotên li ser wê demê nîşan dide, li ser rewşa ziman a wê demê disekine, yekemîn car di çarçoveya 30'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de tê nîşandayîn.
Belgefîlm vê 15'ê mehê (roja înê) saet 16.00'an de li Muzeya Perayê ya li Beyogluya Stenbolê tê nîşandayîn.
Çîroka belgefîlm: Heta destpêka salên 1990’î li Tirkiyeyê peyva “Kurd” jî qedexe bû. Di sala 1991’ê de zagonek bi hejmara 2932’yan diguhere û bi vê re kurd weşanan derdixin. Kovara Rewşenê jî wê demê bi kurdî-tirkî derdikeve. Rewşen ku piştî çend salan hemû dibe bi kurdî di warê rewşenbiriya kurdan de gavên girîng davêje. Fîlm wan salan, derketina kovarê, zehmetiyên xebatkaran, zehmetiyên ziman nîşan dide; di heman demê de ji salên 90’î heta 2000’î anekdotên li ser wê demê pêşkêş dike.
Kunye:
Nav: Rewşen
Senaryo&Derhêner: Cemil Oguz
Derhênerê Dîmenê: Cahit Çeçen
Kamera: Cahit Çeçen, Savaş Boyraz
Muzîk: Xak - Kamkar
Vesazkirin: Masum Elmas
Studyoya Dublajê: Asi Medya
Vebêj: Masum Elmas
Ziman: Kurdî (Bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî)
Mawe: 44 deqîqe
Sala kişandinê: 2011

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment