Ad (728x90)

Sunday, April 3, 2011

Filled Under: ,

Li Êlihê jî galaya filmê Meş

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Galaya filma "Meş" ya ku derhêneriya wê Shîar Abdî kir, Selamo û Abdullah Ado lîstin piştî li Nisêbîn û Amedê li Êlihê jî pêk hat. Piştî galayê Selamo axivî diyar kir ku, ev film ji bo wan gava yekemîne û wê meşa wan ya sînemayê berdewam bike.

Gala filma "Meş" ya ku bûyerên piştî 12'ê Îlonê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatin jiyîn vedibêje li Sînemaya Yilmaz Guneyê pêk hat.
Filma jiyana kesên piştî darbeyê jiyana wan tevlihev bûye û helwesta dînekê ya li dijî rayedarên leşkerî yên wê demê vedibêje rastî eleqeyeke mezin hat. Film mijara xwe ji çîrokeke hate jiyîn girt. Filma "Meş" ji aliyê Nar Film ve tê pêşkêşkirin.

Derhênerê film Shîar Abdî û lîstikvanên film Selamo û Abdullah Ado li ser film bi beşdaran re sohbet kirin û anî ziman ku, ev film ji bo wan gava yekemîne û wê meşa wan ya sînemayê berdewam bike. Derhêner Abdî, diyar kir ku projeyek wan ya din heye û dê li gorî serketina Meş ya vîzyonê dest bi wê projeyê bikin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib