Ad (728x90)

Thursday, May 5, 2011

Filled Under: ,

Dilê Sor wê li 25 sînemayên Ewrûpa bê pêşkêş kirin

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Piştî ku derhênerê Kurd Helkewst Mistefa ji ber rewşa Kurdistanê nekarî filmê xwe ‘Dilê Sor’ pêşkêş bike, fîlm wê li 25 sînemayên Ewrûpa bê pêşkêş kirin.

Derhêner Helkewt Mistefa demek dirêj bû bi amadekirina filmê xwe yê nû bi navê ‘Dilê Sor’ ve mijûl bû û ji Rûdawê re got: “Armanca min ji çêkirina vî filmî ew bû ku li Herêma Kurdistanê mezinahiya jina Kurd nîşan bidim.”

Filmê Dilê Sor behsa çîroka evîndariya navbera kur û keçek ciwan de dike ku xewna wê yekê dibînin ku ji xwe re jiyanekê durûst bikin. Lê ji ber pirsgirêkek civakî ji malbata xwe baz didin, diçin bajarekî din ê Kurdistanê, ji bo ku bi hev re bijîn.

Li gor daxuyaniya Helkewt Mistefa, film bi arîkariya şîrketa Film House ya norwecî û hevpariya ligel Yekitiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê hatiye çêkirin.

Helkewt Mistefa derbarê xerca ku li filmê ‘Dilê Sor’ çûyî de got: “1 milyon û 20 hezar Dolar li fîlm çûn.” Mistefa wiha pêdeçû; “Niha ji bo pêşkêşkirinê amade ye, armanca vî filmî jî pêşkêşkirin û qezenckirine, ji ber gelek pere hatiye xerckirin heya ew film bê çêkirin. Biryare 27.04.2011’ê galaya film bê çêkirin û ji 29’ê Nîsanê ve fîlm wê li 25 sînemayên Ewrûpa bê pêşkêş kirin.”

Biryar bû berî li sînameyên Ewrûpa bê pêşkêşkirin, fîlm li Kurdistanê û bi taybet jî li Hewlêr, Rewandûz û Silêmanî bihata pêşkêşkirin. Helkewt Mistefa di vê derbarê de dibêje: “Ji ber wê rewşa ku berî çend mehan li Kurdistanê rûdayî, nekarîn fîlm pêşkêş bikin, lê me bername daniye ku fîlm di meha Hezîranê de li Kurdistanê pêşkêş bikin.” Rudaw

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib