Tuesday, May 17, 2011
Filled Under: BELGEFÎLM, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
FîlmAmed diyarî giyanê 12 şehîdan kirin
By
Serbûriyek
Dated
10:18 AM
Çalakiyên FîlmAmedê ku di navbera 12-15’ê gulanê de hat lidarxistin de gelek belgefîlm rastî eleqeyeke baş hatin, diyarî giyanê 12 ciwanên kurd ku di pevçûna li Şirnexê derketibû jiyana xwe ji dest dan, hat kirin...
Rojên ‘FîlmAmed’ ku bi organîzatoriya Şaredariya Kayapinara Amedê û bi 26 belgefîlm û 40 fîlmên metraj dirêj û kurt dê di 18’ê nîsana çûyî de dê bihata lidarxistin.
Lê belê ji ber zêdebûna êrîşên li Amed û herêmê hatibû û di bûyerên li Bismilê rûdan de ciwanê kurd Halîl Îbrahîm Oruç ku bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da hat taloqkirin, di navbera 12 û 15’ê gulana 2011’an de pêk hat bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Çalakiyên FîlmAmedê diyariyê giyanê 12 ciwanên kurd ku di pevçûna li Şirnexê derketibû jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.
Mîhrîcana Rojên Belgefîlman a bi navê FîlmAmed ku îsal yekemîn car li dar ket, di navbera 12-15’ê gulanê bi bernameyên têrtîjî bidawî bû. Di Rojên Belgefîlman de dê beşa pêşbaziyê û beşa tenê nîşandayînê di du beşan de belgefîlm derketin pêşberî temaşevanan. Ji bo endamên juriya belgefîlman jî navê Alîn Taşçiyan, Yeşîm Ustaoglu, Ahmet Soner, Hîcrî Îzgoren, Sirri Sureyya Onder û Thomas Balkenhol wekî endamên juriyê hatinbûn diyarkirin, ji bo niqandina belgefîlma herî baş gelek zehmetî Kêşan. Jurî ji ber vê yekê 3 belgefîlman derxist pêş.
JI BO HIŞ ZINDÎ BIHÊLIN
Midûrê Çandê yê Şaredariya Kayapinarê Mahmut Buyukbayram di merasîma xelatdayînê de diyar kir ku armanca çalakiyên FîlmAmedê ew bûye ku bûyerên civakî, êş û azarên hatine jiyîn, kêf û şadiyan bi saya belgefîlman derînin li ser hişê civakê û bi vî awayê hişeke civakî ya kolektîf biafirînin. Buyukbayram destnîşan kir ku çalakiyên FîlmAmedê di bin atmosfereke giran û dilsoj a bajar de derbas bûne û wiha axivî: “Her kes û kûs îro aştiyê dixwaze. Lê pergal naxwaze. Qirkirinên ku duh li dijî Şêx Seîd, Qoçgirî, Dêrsim, Agirî hatin kirin îro jî berdewam dikin. Duh li Dêrsimê îro j îli Şirnexê qirkirina kurdan berdewam dike, em vê nalet dikin em vê şermezar dikin.”
NAMEYA KARATEKÎN
Di şevê de nameya Şaredarê kayapinarê Zulkuf Kartatekîn ku ji ber ‘Doza KCK’ê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de girtî ye jî hat xwendin. Karatekîn di nameya xwe de wiha gotiye. “Ez di wê baweriyê de me ku dê bi çalakiyên bi vî rengî dê nifşeke nû û ciwan ên sînemevan xwe bigihînin û ev dê ji bo pêşketina sînemaya kurdî dê gelek baş bibe. Bi van bîr û baweriyan ez kesên ku beşdarî van çalakiyan bûne silav dikim.”
BELGEFÎLMÊN XELAT GIRTÎ
Belgefîlmên ku xelatgirtin wiha ne: Belgefîlma Ekrem Heydo ya bi navê ‘Helepçe’, ya Azîz Çapkurt ‘ Dayika min aştî dixwaze’ û ya Rodî Yuzbaşi ‘Miraz’layîqî xelatê hatin dîtin. Xelata Taybet a Cegerxwîn jî dan belgefîlma bi navê ‘Jiare’ ya ku derhêneriya wê Ozan Munzur kiriye û belgefîlma Aysîm Turkmen a bi navê ‘Selahaddîn’ Xelata Taybet a Juriyê ya Halîl Dag jî dan belgefîlma Murat Ozçelîk a bi navê ‘Miriyên Zindî’
‘YEK JI YEKÎ HÊJATIR BÛ’
Li ser navê juriyê derhêner Ahmet Soner diyar kir ku ji ber di navbera belgefîlmên di beşa pêşbaziyê de hatine nîşandan gelek baş bûne zehmetî kişandine û wiha axivî: “Me bi rastî jî gelek bi zehmetî sê belgefîlman hilbijart, ji ber ku belgefîlm bi tevahî gelek baş bûn. Me jî sê belgefîlman ji bilî ku bêjin yekemîn, duyemîn û sêyemîn me ew xelat kirin.”

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment