Ad (728x90)

Friday, May 13, 2011

Filled Under: ,

"Eger ti bixwaze bimire ez ê te bikujim" li Frensayê ye

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Li Fransayê herêma Alsace, fîlmê “eger ti bixwaze bimire ez ê te bikujim” ê derhênerê kurd Huner Selîm dê were pêşandan.

Li gorî nûçeya rojnameya “L'Alsace” ya Fransayê, ew fîlmê Komediyayê ku behsa çîroka Fillip dike ku nû ji zindanê derketiye û rastî ciwanekî kurd bi navê Evdal tê, dê heftiya bê bibe mêvanê holên sînema yên Fransayê.

Rojnameyê xuya kir ku Evdal li pey gunehbarekî iraqî digere û dema dibe dostê Fillip, biryar dide ku li Parisê bimîne û pilan ji bo veguhastina destgirtiya xwe “Sîba” dadine daku wê bîne ba xwe.

Di heyama fîlmê de ku saatek û nîv e, Evdal dimire û Fillip dikeve rewşeke teniyayî de û li benda termê dostê xwe dimîne, di wê demê de Sîba digihêje Parisê û ji hêla çend kesên kurd ve tê pêşwazîkirin, piştre dizane ku Evdal miriye.

Derhêner Huner Selîm di sala 1964ê de li bajarokê Akrê ji dayik bûye, di sala 1980yê de berî destpêkirina şerê navbera Iraq û Îranê, welêt li pey xwe dihêle û diçe Îtaliyayê, piştre diçe Fransayê û yekemîn ezmûna wî ya sînemayê di sala 1996ê de bû dema derhênana fîlmê “Bijî Kurdistan” kir.

Piştre derhênana 6 fîlmên din jî kir ku di dengvedana wan di navendên sînemaya dinyayê de pir bû.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib