Ad (728x90)

Sunday, June 26, 2011

Filled Under: ,

3 fîlmên nû; Serkeftina Jinan, Riya Vegerê û Eylo

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE

Vê hefte 3 fîlmên balkêş di nîşandayînê de ye.




Serkeftina Jinan -  Made in Dagenham

 Cure: Dram / Komedî
Derhêner : Nigel Cole
Senaryo : William Ivory
Çêker: 2010, Brîtanya , 113 dk.

Lîstikvan

Sally Hawkins , Andrea Riseborough  , Bob Hoskins , Rosamund Pike

"Sekeftina Jinan"  komedîyeke bi wate û bikêf a Îngîlîz e. Mijara fîlmê ji bûyereke rastî hatiye vegûheztin î hevgirtina femînîstan vedibêje û him jî dikenîne.

Di sala 1968'an de komeke jinên wêrek û berxwedêr a di kargehe Fordê jib o edeleta sosyal serî hildidin.

Armanca têkoşîne ji holê rakirina newekhevîya cinsî ye. Jin hember mêr, û patron û dewletê serî hildidin û mafên xwe bidest dixin.



Riya Vegerê - The Way Back

Cure: Şer / Dram
Derhêner : Peter Weir
Senaryo : Keith R. Clarke , Peter Weir , Slavomir Rawicz (Pirtûk)
Çêker : 2010, DYE

Lîstikvan

Colin Farrell (Valka) , Ed Harris (Mr. Smith) , Saoirse Ronan (Irena) , Jim Sturgess (Janusz)
Çîroka serpêhatî û drama di sala 1940'an de li kampa xebatê ya Sîbîryayê ya girêdayî Rûsyaya Sovyet de komeke esîrên ku ji bo azadiya vedigerin û 4000 mîl dimeşin û digehêjin Hîndîstanê bi avayekî hostetî vegotin.



Eylo -The Eagle

Cure : Macera / Şer/ Dram
Derhêner: Kevin Macdonald
Senaryo : Jeremy Brock , Rosemary Sutcliff
Çêker : 2011, DYE , 114 dq.

Lîstikvan

Channing Tatum (Marcus Aquila) , Mark Strong (Guern) ,   Jamie Bell (Esca) , Denis O‘Hare (Lutorius) , Donald Sutherland (Aquila), (The Eagle)

Çîroka kasîk a Rosemary Sutcliff'ê The Eagle of the Ninth ji aliyê Jeremy Brock ê ve bo sînemayê hate vegûhestin.

Di Brîtanyaya di sedsala 2'yemîn de di zilamên ku xûlam û efendî ne di sînorên dilsozî, îxanet, nefret, lehengî û lîstikan de ewê ji bo pêkanaîna erkeke xeter diçin aliyê cîhana ku tu nayê naskirin û dikevin macereyên destanî.

(HAWAR NET/SînemaKurd)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib