Friday, June 3, 2011
Filled Under: HEVPEYVÎN, SÎNEMAYA KURDÎ
Şîyar Abdî: "Meş" bi her tiştê xwe Kurdî ye
By
Serbûriyek
Dated
5:11 AM
Şiyar Abdî, dibêje fîlma Meş ne fîlmekî 12`ê Îlonê ye, lê çîroka fîlm di wê demê de derbas bûye. Sedemê ku karaketerê sereke Xelîlo neaxife jî Abdi wiha vegot: “Zimanê wî qedexe bû. Civak wî fahm nake, dewlet wî qebûl nake, lewma ew jî napeyîve.” Meş niha li Amed, Wan, Qoser, Wîranşêr, Îzmîr, Batman û Stenbolê di sînemayan de tê nîşandan.
Çîroka fîlma Meş pir balkêş e. Tu dikarî behsa wê çîrokê bikî?
Lîstîkvanê serekê yê fîlma Meş Selamo hevalê min e. Me berê bi hev re kurte fîlm çekiribûn. Ez rojek çûm cem Selamo, helbestêk digot. Ew helbest li ser Xelîlo û hevaltiya wî ya bi zarokek re hatibû nivîsandin. Selamo behsa çîroka Xelîlo kir ku ew parçeyek jîyana Selamo bi xwe bû jî. Xelîlo ew roj ji malê derdikeve diçe ber Konaxa Hikumetê diçe û tê û tû dike erdê. Selamo ji bi xwe ji Nisêbînî ye û ew dem zarok bûye, bi xwe Xelîlo naskiriye. Ew dema piştî cuntaya leşkerî ya 12`ê Îlonê 1980`ê bû. Wê demê li ser Kurdan zilm, teda û îşkenceyên pir dijwar hebû. Ew çîrok pir bala min kişand, hem ji alîyê naverokê va hem ji ji alîyê pêwendîya Xelîlo û zarokan va bi min pir sînemagorafîk hat. Min û Selamo me li ser çîrokê, li ser rewşa wê demê, li ser derûdor, taybetmendiyên Xelîlo xebat kir. Helbet me hunera sînema, wêne û dîmen ji girtin ber çavan û ji çîroka Xelîlo senaryoyek pêkanî.
Bele Xelîlo her di ber Konaxa Hikumetê diçe û tê û tû dike. Gelo sedemê vê tevgera Xelîlo çi bû?
Ew çîrok rast e, ango Xelîlo her roj ji malê derdikeve diçê li ber Konaxa Hikumetê diçe û tê û tû dike. Ji devê mirovan cixareyê wan digre an jî pakêta wan digre jê cixareyek derdixîne û ew cixareyê dikşîne. Gava çavên wî bi mirovek hikumetê dikeve, an jî leşkerek dibîne tû dike. Xelîlo bi ew tevgerên xwe li hembera sîstemê helwestek digre. Ji destê wî tiştek din nayê, ew bi hestên xwe dixwazê desthilatdariyê re bêje, “Ez te qebûl nakim”.
Karekterê sereke Xelîlo qet qise nake, lê pêwendiya wî bi zarokan re pir baş e. Karekterên din jî pir qisenakin, ango di fîlm de dîalog pir kêm in. Ew zimanê te yê sînemayê ye?
Di vê fîlmê de hestên min ên kurdewariyê hene. Dema 12`ê Îlon a 1980`ê ye. Wê demê li Bakûrê Kurdîstanê kurdî qedexe bû, gelê me nikaribû bi zimanê xwe bipeyîve. Min bi vê armancê fîlma Meş amade kir. Gava birayê Xelîlo jê dipirse, “tu çima neaxifî?” ew bersîv nade. Xelîlo hem li hember civakek ku wî fêm nake hem jî li hember sîstemek ku ew qebul nake, helwesta xwe nîşan dide. Di heman demê de ew li hemberê qedexekirina zimanê xwe helwesta xwe nîşan dide. Zimanê Xelîlo heye, ango Xelîlo dikare qisebike, lê zimanê wî qedexe ye.
Wek stîl jî tu dixwazî bi dîmenan mesaja xwe bidî?
Belê di fîlm de dîmenên pir baş, dîmenên ku pir tiştan tînîn ziman hene. Lê ji ber ku di fîlm de karekterê sereke neaxife, di fîlm de dîalog kêm in. Karekterên din piranî zarok in. Ew zarok ji bo Xelîlo pêşeroj in. Malbata Xelîlo wî fahm nake, civak wî fahm nake, tenê zarok Xelîlo fahm dikin. Ji ber wê tenê pêwendiya Xelîlo û zarokan baş e.
Gava zarokek dikeve avê, Xelîlo hema bi lez, bi coş diçe ew zarokî xelas dike.
Bele gava birayê Xelîlo wî ji ber nexweşiya wî dibe cem şêx, ew li wê derê zarokek dibîne, yekser radibe diçe. Xelîlo gava zarokan dibîne, yekser hestên wî tên guherandin. Baweriya Xelîlo bi zarokan heye.
Di çapameniyê de rexne lê tên kirin ku di fîlm de li ser cûntaya 12`ê Îlon 1980 baş nehatiye sekinandin...
Ew rexne ne di cîh de ne. Lewra ew çîroka Xelîlo ye, hevaltiya wî bi Cengo re û pêwendiyên wî bi zarokan re ku wê demê li Nisêbînê dijîn. Dema 12`ê Îlonê di fîlm de tenê wek dem hatiye vegotin. Meş ne fîlmek li ser 12`ê Îlonê ye. Babeta 12`ê Îlonê giran e. Divê fîlmek tenê li ser dema 12`ê Îlonê bê çêkirin. Ji bo çêkirina fîlmek wisa divê derfetên aborî û teknîkî baş bin, lîstikwanên baş hebin. Meş bi derfetên şexsî hatine pêk anîn.
Di fîlm de xuya nake ka çima Xelîlo wisa bûye.
Me nedixwest bidin xuyakirin ku çima Xelîlo wisa bûye. Ji ber ku Xelîlo ne tenê şexsek e. Kesên wek Xelîlo di civakê de pir in. Me Xelîlo tenê wek mînak hilbijart.
Di fîlm de tiştek balkêş ji ew e ku zimanê fîlm herêmî ye û hemû lîstikvan bi kurdiyek pir baş dipêyîvin.
Bi rastî armanca sereke ya fîlm ew bû ku bi zimanê xwe, bi naveroka xwe, bi cîhê kişandina xwe, bi hemû karên amadekirina xwe, ango bi her tişte xwe Kurdî be û bi çavê Kurdan, bi hestên Kurdewariyê were pêk anîn. Ez dikarim bêjim ku Meş yekemîn e li Kurdîstanê û bi her tiştê xwe va bi Kurdî hatîye çekirin.
Zimanê min ku herî baş ez dikarim xwe îfade bikim kurdî ye. Gava me lîstîkvan hilbijartin, me pir bal kişand ser ku lîstikvan bikaribin kurdîyek paqij a herêmê biaxifin. Serlîstîkvan Selamo bi xwe ji Nisêbînî ye. Lîstikvanên din hinekên wan ne profosyonel in, Nisebînî ne, yên profosyonel û şanoger jî hemû baş kurdî dizanin. Ez bawerim em di vî aliyê de serkevtî ne.
Ziman ne dublaj e, zimanê setê ye?
Belê ziman ne dublaj e. Hemû lîstikvan bi dengê xwe diaxivin.
Fîlma Meş di bernameya 30. Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Stenbolê de tê nîşandan. Ew çawa bû?
Gava fîlm hin di montajê de bû, me serî li rêveberîya Festîvala Stenbolê da. Wan piştî ku fîlm temaşe kirin, me vexwendin ji bo festîvalê. Meş di 13 Nîsanê de di bernameya festîvalê de hat nîşandan.
Şiyar Abdî Kî ye?
Derhêner Şiyar Abdî ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Kobanî ye. Wî li Zaningehê Dortmundê beşa sînemayê xwendîye û heta niha şeş kurtefîlm çekirine, kurtêfîlmên wî li Berlîn, li Zurich û cîhên din di festîvalan de hatine nîşandan. Meş wek fîlmek sînema ango fîlmê dirêj ê Şîyar Abdî yê yekemîn e.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment