Ad (728x90)

Sunday, May 29, 2011

Filled Under: , ,

Bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Şaredariya Batmanê bernameya 2'yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney eşkere kir. Cîgira Şaredar Gulîstan Akel diyar kir ku festîval dê 6 rojan bidome û di beşên pêşbaziya belgefîlman, kurtefîl û çîrokên fîlmên kurt de bê lidarxistin.

Li Batmanê şaredarî 2'yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar dixe. Par jî wekî bêşpirka kurtefîlman hatibû lidarxistin lê îsal wekî festîval dê bê organîzekirin.

Ji bo eşkerekirina bernameyê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Şaredariya Batmanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Li gor daxuyaniya ku hate dayîn di festîvalê de dê beşên pêşbaziya belgefîlman, kurtefîlm û çîrokên kurtefîlman cih bigire. Her wiha di festîvalê de dê semîner bên lidar xistin, der barê mafên mirovan de fîlm bên nîşandan û panel û gotûbêj bên lidarxistin.
Festîval îsal dê di navbera 14-19'ê sermawezê de bê lidarxistin û kesên ku bixwazen beşdar bibin jî divê heta 3'ê rezberê serî li amadekarên festîvalê bidin.

Der barê bernameyê de Gulîstan Akyel diyar kir ku ew ji ber li ser navê yilmaz Guney xebateke wisa li dar dixin pir kêfxweş in. Akel wiha axivî: "Me di dema şaredarê me Nejdet Atalay ê ku niha girtî ye de biryara vê xebatê da. Îsal careke din em bi hev re ne. Em ê îsal festîvalê li dar bixin. Em bi şîara 'Em bi kevneşopiya Yilmaz Guney ber bi pêşerojê ve diçin' îsal 6 rojan festîval li dar dixin. Festîval dê îsal bi 3 beşan pêk bê."

Akel destînşan kir ku ew ê xelatan bidin kesên dê bi ser kevin.

Kesên bixwazin beşdar bibin dikarin ji vê navnîşanê forma serîlêdanê bigirin û serî lê bidin:
www.yilmazguneyfilmfestivali.com

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib