Ad (728x90)

Sunday, July 24, 2011

Filled Under: ,

5 fîlmên nû: Min Bigre Nav, Essential Killing, Three, Win Win û Borrowers

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE


Vê hefte 5 fîlmên ku têde tirs, aksîyon, komedî û anîmasyon hene ketin nîşandayînê.






Min Bigre Nav - Let Me In

Fîlmê ku ji aliyê Matt Reeves'ê ve hatiye birêve birin û Kodi Smit-McPhee, Chloe Grace Moretz, Richard Jenkins û Elias Koteas wek lîstikvan cîh girtine bi sehneyên xwe yên tirsê derdikeve pêşberî temaşavanan.

Romana nivîskarê Swêdî John Ajvide Lindqvist a bi navê ‘Låt den rätte komma in’ ku di sala 2008'an de bo sînmeyaê hatibû vegûhezstin gellek bal kişandibû.  Heman roman vê carê jî ji aliyê Hollywoodê ve hate kişandin.

Mijara fîlmê: Owena 12 salî ku zarokek belengaz û nesosyal. Li xaniya kêlekê wan keçikek bi navê Abby û bavê wê bi cîh dibin. Abby ji Owenê re şîretan dike ku wexta hevalên wî ji wî re neheqiyê dikin divê tol xwe ji wan bistîne. Owen hîn dibe ku cînayetên ku li navçeyê pêk tên ji aliyê bavê Abby'ê ve hatiye kirin û Abby jî vampîrek kevn e.




Kuştina Bêgavî - Essential Killing

Fîlm ji aliyê Jerzy Skolimowski'ê ve hatiye birêvebirin û lîstikvanên wek Vincent Gallo, Emmanuelle Seigner, Zach Cohen û Iftach Ophir cîh girtine. "Kuştina Bêgavî - Essential Killing" bi sehneyên xwe yên aksîyonê balê dikşîne.


Sê - Three

Derhênerê fîlmê Tom Tykwer'e  û Sophie Rois, Sebastian Schipper, Devid Striesow û Annedore Kleist lîstine

Mijar: Pêşkeşvana nûçeyê Hanna û teknîsyenê hunerê Simon di hevaltiyên xwe yên 20 salî de gellek hêst û tiştên hevbeş dibihûrînin. Lê piştî ku dibin evîndarê heman zilamê her tişt serûbin dibin"





Win Win

Fîlmê ku Tom McCarthy'ê birêvebiriyê  Paul Giamatti, Amy Ryan, Bobby Cannavale û Jeffrey Tambor wek lîstikvan cîh girtine. Fîlmeke pêkenînî ya balkêş e. 



Borrowers

Fîlmê anîmasyon Kari-Grashi No Arietti/Borrower ji aliyê derhênerê navdar Hiromasa Yonebayashi ve hatiye çêkirin de behsa mirovên bi qasê 10 cmî ku di binê xaniyan de dijîn tê kirin.


(HAWAR NET/SinemaKurd)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib