Monday, September 12, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
7emîn Festîvala fîlmên kurdî ya Londonê di mijdarê de ye
By
Serbûriyek
Dated
12:40 PM
Biryar e, li paytexta Brîtanya Londonê, 7emîn Festîvala fîlmên kurdî di mijdara bê de li dar keve.Film
Festîval ku dê ji 7 heta 24ê mijdara bê were sazkirin, bangewazek ji bo pêşkêşkirina formên beşdarîkirinê belav kiriye.
Li gorî daxuyaniya wê, komîteya rêkxistina festîvalê daxwaz ji derhênerên kurd û biyanî jî ku fîlmê derbarê kurdan çê kirine, kir ku karên xwe bişînin dakue beşdarî festîvala îsal bibin.
Komîteyê amaje kir ku di festîvalê de, fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ku wergera ingilîzî ne jî dikarin beşdarî festîvalê bibin.
Derbarê mercên wergirtina fîlman, komîteye ronî kir ku ew bi tenê fîlmên ku derhênerên kurd çê kirine û yên derhênern biyanî li ser kurdan çê kirine, dê werbigirin.
Komîteyê amaje kir ku ew ê bêtir pêşwaziya fîlmên ku nû hatine çêkiirn bike û bo her derhênerekî herî zêde dê 2 fîlm bêne pêşandan.
Komîteya festîvalê aşkere kir ku ew ê li gorî budceya xwe hejmarek fîlmsaz û lîstikvanan vexwîne û xercên hatin û çûnê, cihê mayîn û xercên rojane ji bo peyda bike.
Komîteyê amaje kir ku eger pêdivî hebe, dê komîte vîzeyê ji bo derhêner û lîstikvanan peyda bike.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment