Ad (728x90)

Tuesday, November 29, 2011

Filled Under: ,

7emîn festîvala fîlmên kurdî li Londonê qediya

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ
7emîn festîvala fîlmên kurdî ku berî 9 rojan li Londonê dest pê kiribû, duhî bi dawî hat û biryar e, îro, xelatên festîvalê bêne aşkerekirin.Festivali London

Di festîvalê de, 104 fîlmên kurdî û biyanî beşdar bûn û li 6 cihên cuda yên bajarê Londonê hatine pêşandan, hejmareke mezin a mêvan, derhêner û lîstikvanên sînemayê di festîvalê de amade bûn.

Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar a festîvalê, festîval piştî 9 rojan ji pêşandana fîlman bi dawî hat û jibilî pêşandana fîlman, gotûbêj û diyalog li ser avabûna sînemaya kurdî hate kirin.

Derhêner Ezîz Çap Rût ku di festîvalê de beşdar bû ji AKnewsê re ragihand ku ew bi kurtefîlmê  “Bê Deng” beşdariya festîvalê kir.

Derhêner Mihemed Reza ku ew jî di festîvalê de beşdar bû ji AKnewsê re got, “Ez ji Kurdistana Îranê bi belgefîlmê Satek Bo Aramiyê beşdar bûm, fîlm jî di beşa belgefîlman a festîvalê de hate pêşandan.”

Di gera îsal ya festîvala fîlmên kurdî de, derhênerên kurd û biyanî ji Iraq, Îran, Tirkiye, Îngilistan, Swêd, Almanya, Sûriya, Fransa, Nemsa, Holanda, Îtaliya, Îmarata Erebî, Nerwêc û Felestînê beşdar bûn.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib