Thursday, November 17, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Li Mîhrîcana Kurdan a Berlînê fîlmên Kurdî
By
Serbûriyek
Dated
11:45 AM
6. Mîhrîcana Kurdan a Berlînê sibe bi dawî dibe. Di her du rojên dawî yên mîhrîcanê/festîvalê de fîlm û dokûmanterên Kurdî balê dikişîne. Fîlmên bi navê ‘Press’ û ‘Seyîd-li ser Riya Heqîqetê’ îro hatin pêşandan; ‘Dayê Dibê Aşitî’, ‘Herman’ û ‘Çerx’ dê sibe bên pêşkêşkirin.
Dokûmentera ‘Dayê Dibê Aşitî’ ya derhêner Azîz Çapkurt, cara yekem li 32. Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê hatibû pêşandan û di Rojên Dokûmenterên Amedê 1. Fîlmamed’ê de jî şayanî xelatê hatibû dîtin.
‘Dayê Dibê Aşitî’ ya 50 xulek/deqe dikudîne, sibe di demjimêr 17:30’yan de li Berlînê li salona sînemayê ya Eiszeit’ê tê pêşandan. Kurta fîlma ‘Bêdengî’ ya senarîst û derhênerê wê Çapkurt e jî vê êvarê di demjimêr 17:30’yan de tê pêşkêşkirin.
Derhênerê Kurd Ozkan Kuçuk ê bi salane li Koletîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê fîlman çêdike, piştî dokûmanterên bi navê ‘Birincê ber bi Nok’, ‘Mamosta Arsen’ û ‘Li ser Banê Amedê’ niha jî bi xebata ‘Seyîd-li ser Riya Heqîqetê’ derket pêşberî sînemahezan.
‘Seyîd-li ser Riya Heqîqetê’ îşev di demjimêr 22:15’an de l Eiszeitê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Fîlma Kurdî ya ‘Press’ jî ku ji aliyê sînemahezan ve bi eleqedariyek mezin hat pêşwazîkirin di çarçoveya mîhrîcanê de derdikeve pêşberî temaşevanan. ‘Press’ a ku derhêneriya wê Sedat Yilmaz kiriye qala ecir, çetinahî û têkoşîna komek rojnamegerên li Amedê yên destpêka salên 1990’î dike.
Di bernameya sibe ya mîhrîcanê de dokûmentera ‘Di Navbera Du Ewran de’, fîlmên derhênêrê Kurd ê Başurî yên bi navê ‘Herman’ û ‘Kurik’ ku li ser enfalê hatine çêkirin, hene. Mîhrîcana Kurdî sibe bi fîlma ‘Çerx’ a Chepo Gewez bi dawî dibe. Piştre dê hunermenda Kurd Hane ji beşdaran re bistrê.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment