Ad (728x90)

Monday, December 19, 2011

Filled Under: , , ,

Xelatên Mîhrîcana Yilmaz Guney hatin dayîn

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT
2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Yilmaz Guney ku li Êlihê hate lidarxistin bi dawî bûn. Xelata belgefîlma herî baş dan 'Halabja- Helepçe' û di kategoriya kurtefîlmê kurdî de jî xelata fîlmê herî baş dan fîlmê "Pera Berhangê."

2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate lidarxistin, bi merasîmeke di bin siya serdagirtina şaredariya Êlihê de bi dawî bû.Wekîlê şaredariya Êlihê Serhat Temel, cihgirên şaredariyê, wekîlê serokê BDP'a Êlihê Selîm Aratemur, derhêner Kazim Oz, hunermendên sînemayê û ligel vê jî gelek kes tevli merasîmê bûn. Fîlmên ku di kategotiya belgefîlm, kurtefîlmên kurdî, çîroka kurtefîlmên kurd de gelek fîlm hatin nîşandan. Di nava van fîlman de yên herî baş bi merasîmekê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney ya Şaredariya Êlihê hatin xelatkirin.

Xelata belgefîlmê herî baş derhênerên fîlmê "Halabja- Helepçe" Arkam Hîdou, di kategotiya belgefîlmê kurt yê kurde jî derhênerê fîlmê 'Pera Berhange' Arîn Înan Aslan û di kategotiya çîroka kurtefîlmê Kurd de jî derhênerê fîlmê 'Kapsul' Yakup Tekîntagaç xelatên xwe wergirtin. Îsal di kategotiya belgefîlm de xelata temaşevanan jî derhênerê fîlmê 'Evdalê Zeynikê' Bulent Gunduz wergirtin. Her wiha di kategotiya kurte fîlmê kurdî de jî xelata temaşevanan derhênerê fîlmê 'Alî Ata Bak' Orhan Înce wergirt

Wekîlê Şaredariyê Serhat Temel axaftina vekirinê kir û bal kişand ser opersyon û girtinan û ev tişt gotin: "Beriya du rojan li ser şaredariya me de girtin û 9 hevalê me hatin binçavkirin, dîsa bi awayekî bê hiquqî destdanîn ser arşîvê mîmarê yên şaredariyê. Ev êriş cara yekem nîne tên ser me." Piştî axaftinê kesên ku xelat wergirtibûn derdetin ser dikê û dan zanîn ku êdî ew naxwazin fîlmê şer bikişînîn, ew dixwazin fîlmê aşti bikişînin. Di pêşbirka mîhrîcanê de fîlmê bi navê 'Halabja-Helepçe' ya Arkam Hîdou xelata herî serkeftî ya belgefîlma wergirt. Hîdou xelata xwe diyarê 36 gêrîlayên li Geliyê Tiyarê ji hêla dewelta dagirker ve bi çekên kîmyawî hatibûn qetilkirin kir. Axaftina Hîdou ji hêla temaşevanan ve bi deqeyan bi çepika hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma xelatan hunermendên tevli merasîmê bibûn, ji bo şermezarkirina serdagirtina Şardedariya Êlihê û qedexeyên li hemberî mîhrîcanê, li ber Sînemaya Yilmaz Guney heta ber şaredariyê meşeke bi meşaleyî dar xistin. Di meşê de pankarta "Em sînemayê re, siyasetê re û avê re, bendavê naxwazin" hat hildan. Li ser navê hunermendan derhêner û nivîskar Bulent Gunduz axaftinek kir. Gunduz ev tişt anî ziman: "Li hemberî siyaseta demokratîk a kurd operasyonên bê hiquqî berdewam dikin. Em ji avê re, ji siyasetê re û ji sinemayê re bendavê naxwazin."

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib