3 fîlmên nû di vîzyonan de ne....
Rêç
Derhêner: M.Tayfur Aydin
Lîstikvan; Necmettin Çobanoglu, Bilal Bulut, Ozan Diyar, Nurten Demirtaş
Senaryo: M.Tayfur Aydin
Derhênere dîmenê: Emre Konuk
Muzîk: Mustafa Biber
Malpera fermî
Fîlmê M. Tayfur Aydin "Rêç" îro ket vîzyonê. Rêç ku zimanê wî bi kurdî û tirkî ye çîroka pîrek û zarokên wê nîşan dide. Derhêner Aydin ku heta niha çend kurtefîlm kişandibû, bi yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj li pêşberî temaşevanan e.
Pîreke kurd a 80 salî Şaristan ji welatê xwe koç kiriye, li Stenbolê, li maleke biçûk tevî kurê xwe Mîrza, neviyên xwe Hêvî, Leyla û Meryemê dijî. Serê sibeyeke Şaristana ku 20 sal in bi hesreta welatê xwe dijî, dixwaze rojên xwe yên dawî li gundê xwe derbas bike û ew, Mîrza û neviyê wê Hêvî ber bi bajarê xwe Batmanê ve dikevin rê. Jiyana Şaristanê ya ku heta niha veşarî maye, gundê wê, gundê hatiye valakirin, rastiyên ku heta roja dawî jî ji bo kesî qal nekiribû derdikevin holê. Û ji vê kêliyê wêdetir fîlm bi rêwîtiye dijwar derdikeve pêşberî temaşevanan.
Muzîkar Mustafa Biber ku heta niha bi muzîkên fîlman gelek xelat girtibû, muzîkeke serketî ji bo vî fîlmî jî amade kiriye. Derhêner M. Tayfur Aydin ku heta niha çend heb kurtefîlm kişandibû û bi wan xelat girtibû di yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj de ketiye rêwîtiyeke nû. Hin aliyên biçûk mirov bide aliyekê, fîlmekî hêjayî temaşekirinê derketiye pêşberî temaşevanan. Fîlmê M Tayfur Aydin "Rêç" ku zimanê wî kurdî û tirkî ye vê 9'ê mehê li 10 salonên sînemayê derdikeve pêşberî temaşevanan.
Projeya Sîmonê
Dîroka nîşandanê: 9 Kanûn (berfanbar) 2011
Derhêner: Andreas Öhman
Lîstikvan: Bill Skarsgard, Sofie Hamilton, Susanne Thorson
Navê orjînal: I rymden finns inga känslor
Cure: Komediya romantîk
Fîlmê ku berendamê Oscarê ya Swêdê ye behsa çîroka ciwanekî 18 salî ya bi navê Sîmon (Skarsgård) ku wexta birayê wî Sam ji aliyê dildara wî we tê terikandin dike. Wexta dildara Sam wî berdide jiyana Simon jî serûbin dibe. Simon ku dixwaze her tişt bixe rê ji xwe re erkek nîşan dike ku ji Sam re keçikek nû peyda bike. Simon ku ji ber nexweşiya xwe derbarê hêstan de tu tişt nizane tenê bi rêbazên zanistî hewl dide vî karî bike...
Moneyball
Dîroka nîşandanê: 9 Kanûn (berfanbar) 2011
Derhêner: Bennett Miller
Lîstikvan: Brad Pitt, Jonah Hill, Philip Seymour Hoffman
Orijinal adı: Moneyball
Cure: Komediya dramatîk
Billy Beane ku di wextên berê de ji bo bûyîn stêrkekî beyzbolê hewl dida lê sernakeve berê xwe dide ji bo birêvebiriyê. Lê tîma ku Billy birêveberîyê wê dike hemû lîstikvanên xwe yên stêrk ji dest daye û divê Billy tîmê ji nû ve ava bike.
HAWAR NET / SinemaKurd
0 yorum:
Post a Comment