Ad (728x90)

Friday, January 13, 2012

Filled Under: , ,

3 fîlmên nû; Leydî ya Hêsin, Melankolia û Keçika Bi Deqa Ejderhayê

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ
Vê hefte 3 fîlmên balkêş di vîzyonan de ye. 

Leydî ya Hêsin (Iron Lady)

Dîroka nîşandanê: 13 Çile 2012
Derhêner: Phyllida Lloyd
Lîstikvan: Meryl Streep, Jim Broadbent, Alice da Cunha,
Welat: Frensa , Îngîlîstan.
Cure: Jiyanname, Dram , Dîrokî

Di fîlmê de behsa berdêlên ku Leydî ya Hêsin (Iron Lady) ji bo ku di cîhaneke ku mêr serdestin de astengiyên çîn û cinsî bihêjîne dike. Fîlm porteya jineke xûrt a cihêreng û tevlîhev a di dema krîza Giravên Falkandê ya di navbera Brîtnaya û Arjantînê de dike.





Melankolia

Dîroka nîşandanê: 13 Çile 2012
Derhêner: Lars von Trier
Lîstikvan: John Hurt, Kirsten Dunst, Charlotte Gainsbourg
Welat: Frensa , Danîmarka , Swêd, Elmanya
Cure: Zanistvehan, Dram

Di fîlmê de Justine ku dikeve melankoliyê û jiyanê wekî dramek dijî û xweşka wê Clarie jî qaşo "normal" e. Gerstêrka bi navê “Melankolia” jî ji paş rojê ber bi cîhaNê ve nêzîk dibe. Qiyematea ku nêzik dibe her mirov li gor xwe pêşwazî dike.

Fîlmê “Melankolia” ji aliyê gellek rexnevanan ve jî wek fîlmê herî baş  sala bihûrî hate dest nîşan kirin.






Keçika Bi Deqa Ejderhayê

Dîroka nîşandanê: 13 Çile 2012
Derhêner: David Fincher
Lîstikvan: Daniel Craig, Rooney Mara, Christopher Plummer,
Welat: DYE , Îngîlîstan , Swêd , Emanya
Cure: Polîsiye , Rageşî

Mikael Blomkvist rojnamevanekî îdealîzm e ku li bajarê Stockholmê dijî. Ew nêzik de bikeve hepsê û keçika hacker a asosyal, cirnexweş û bideq bi navê Lisbeth Salander ku ji wî alîkariyê dike da ku nîşanên cînayetekê derbêxin. Lê rojnamevan dikeve rewşeke xirab de û ji nêçîrvaniyê dikeve nêçîr bûnê...

Rêza pirtûka Stieg Larsson'ê ku di 41 welatan de 21 mîlyon firot û di heman demê de her 3 pirtûk bo sînemayê jî vegûheztin.

Ev fîlam Swêdî vê carê bi Îngîlîzî hate kişandin û ji alîyê "David Fincher" ve tê çê kirin. "David Fincher" î berî nuha filmên gelekî xweş wekî (Seven 1995), (Fight Club 1999), (Benjamin Buttons 2008) û (The Social Network 2010) di berhemên xwe de hene.


(HAWAR NET)



Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib