Ad (728x90)

Monday, January 9, 2012

Filled Under: ,

Filmek ser jiyana qaçaxçîyan; Kanîya Lîço

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Kuştina 35 ciwanên Roboskê , carekî din mijara kaçaxçîtîyê derxist holê. Kaçaxçîtî rastîyeka bajar an gundên li ser sînoran e û bi hezaran Kurd bi rêya kaçaxvanîyê debara xwe dikin. Her çend heta neha îstatîstîkek li ser kuştina kaçaxçîyan nehatibe kirin jî tê zanîn ku, li Wan, Şirnex, Çolemêrg û gelek bajarên ku li ser sînor in, bi dehan kaçaxçî her sal li ji alîyê leşkeran, di dema derbaskirina sînoran de tên kuştin.

Sînan Yildiz xortekî Şirnexî ye û neha xwe amade dike ku filmê ku li ser jîyana kaçaxçîyan çêkiriye, li sînemaya bide nîşandan. Navê fîlmê Sînan“Kanîya Liço” ye. Hizra çêkirina filmê li ser kuştina hevale wî yê bi navê  Huseyin Artuç çêbûye. Huseyin di gulana 2010’an de bi hevalekî xwe re dema ku ji kaçaxîyê tê, ji alîyê leşkeran tê kuştin. Sîna dibêje bi filmê Kanîya Lîço xwestîye ku rastîya jîyana kaçaxçîyan bîne ber çavan.

Piştî ku film diqede buyera Roboskê pêk tê. Sînan dibêje qedandina filmê û beuyera Roboskîyê li hev rast hat lê Kaniya Lîço di heman demê da temsîla vegotina buyera Roboskîyê yê jî.  Xecîcan Farqîn – Dîyarbekir

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib