Ad (728x90)

Saturday, February 4, 2012

Filled Under: , ,

4 fîlmên nû; Fedî, Divê Em Derbarê Kevinê de Biaxifin, Hespê Şerê û Taristan: Şiyar bûn

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Vê hefte 4 fîlmên balkêş di vîzyonan de ne...



Fedî

Dîroka nîşandanê: 3 Sibat 2012

Derhêner: Steve McQueen (II)
Lîstikvan: Michael Fassbender, Carey Mulligan, James Badge Dale...
Welat: Îngîtere
Cure: Dram

Mijara fîlmê wiha ye: Brandon (Michael Fassbender) di salên xwe yên 30'î de ye û nikare ber daxwazên xwe yên cinsî bisekine. Jiyana Brandonê di navbet kar, mal, bar, laşfiroş û fîlmên pornoyê de derbas dibin. Piştî xwişka wê ya serhiş ji bo mayîna çend rojan tê mala wî jiyana wî ji rê derdikeve"





Divê Em Derbarê Kevinê de Biaxifin

Dîroka nîşandanê: Sibat 2012

Derhêner: Lynne Ramsay
Lîstikvan: Tilda Swinton, John C. Reilly, Ezra Miller
Welat: DYE, Îngîlîstan
Cure: Dram , Rageşî

Di vê fîlmê de Eva piştî kûrê xwe ku beriya çend rojan ku bikeve 16 saliya xwe tiştekî pir xirab dike ku nayê afû kirin, des pê dike ku ji xwe pirsên ku ka gelo ew kûrê xwe hez dike an na, ji ber tevgerên lawê wê ew berpirsyar e an na?.. dipirse. Ne tenê hîsa xemgînî û sûcadrîyê di heman demê de helwesta civakê jî wê dixe rewşeke qembax...





Hespê Şerê

Dîroka nîşandanê: Sibat 2012

Derhêner: Steven Spielberg
Lîstikvan: Emily Watson, David Thewlis, Peter Mullan
Welat: DYA
Tür: Dram , Dîrokî, Şer

Mijara fîlma Steven Spielberg'ê ku li Oscarê bû namzetê gellek xelatan û gellek deng veda wiha ye: Hespê bi navê Joey, ji aliyê bavê Albertê ve ji siwariyeke Îngîlîz re tê firotin û wî dişînin cehpheya şerê. Jeoy jiyana ku her kesî ku diçe cem wan digûherîne. Albert ku nikare Joeyê ji bîr bike ji bo ku wî epyda bike û bîne mal ber bi qada şerê a li Frensayê dikeve rê....

 

Taristan: Şiyar bûn

Derhêner: Måns Mårlind, Björn Stein
Lîstikvan: Kate Beckinsale, Stephen Rea, Michael Ealy
Welat:  DYA
Cure: Aksîyon , Fantastîk , Tirs

Fîlm bi sehneyên xwe yên tirs û rageşiyê balê dikşîne.. Di fîlmê de ji ser  ji holê rakirina pêşiyê (bavê) vampîran Marcus'ê  ji aliyê Selene û dildara wê Michael'ê ve 15 sal derbas bûye. Di vê wextê de jî mirovetî ku ji hebûna klanên Vampir û Lycan hayedarin ji bo ku her du cureyê ji holê rakin seferberiyê îlan dikin. Di nava vê pêvajoya qirkirinê de ku Selene dikeve destê wan klanan û piştî 10 salan şiyar dibe û dikeve şerê tolhildanê hember Antigenê.



(HAWAR NET)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib