Sunday, February 5, 2012
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Divê hikumeta Kurdistanê piştgriya Kirmizgul a heramzade nede!
By
Serbûriyek
Dated
11:52 AM
Wek di medya Tirk de hat belavkirin, niha hunermend Mahsun Kirmizigul bi berhemanîna fîlmekî sînemayî derbarê kîmyabarana Helebce de mijûl e ku dê berpirsên paye bilind ên Herêma Kurdistanê wek Xanima Yekem a İraqê Hêro Xan û Cîgirê Serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî jî hevkariya darayî bikin.
Evna jî bû cihê nîgeranî û nerazîbûnê li ba derhêner û sînemakarên Kurdên başûr û bi baweriya wan hevkariya derhênerên Herêma Kurdistanê bê kirin baştir e.
Di vê derbarê de sînemakar Şewket Emîn Kurkî ji rojnameya Basê re got: “Tişta ez dizanim Mahsun Kirmizigul stranbêj e, min nizaniye wek sînemakar an jî derhênerekî hewqasî serkeftî be heta ji bo projeyeke wiha ya mezin li vir hevkariya wî bê kirin, lewra bawer nakim ew proje serkeftî be û zêde negeşbîn im.’’
Şewket Emîn wiha axifî: ‘’Ew kesê ku fîlmekî li ser Helebce çêbike, divê xelkê vêderê wate yê Herêma Kurdistanê be û dîroka Helebce bi tevahî bizanibe, xelkê vêderê baş nasbike û ne wek propagandeyekê berê xwe bide wî babetî. Divê ew hevkarî pêşkêşî derhênerekî Herêma Kurdistanê bihata kirin. Herwiha dixwazim ew diyarde nemîne ku her kesekî ji derve hat bi çavekî mezin lê bê temaşekirin, ew hewla ku sînemakarên Kurd li Herêma Kurdistanê dane ne kêm e heta stranbêjek ji Tirkiyê were û li vir li ser Helebce fîmekî çêbike.’’
Ji aliyê xwe ve Ebas Xezalî ku di warê sînema de kar dike dibêje: ‘’Heta niha min hîç karekî Kirmizigul nedîtiye heta bizanim asta karê wî yê di sînemayê de çawa ye, lê bawer nakim di wê projeyê de serkeftî be, ji bner divê kesekî dilsoz kar li ser Helebce bike ku derdê wî bi xwe be, ew ger rast dibêje bila fîlmekî li ser qetlîama Dêrsimê çêbike, lê belê ew mirov her bi bazirganiyê ve mijûl e, kesekî ji bo bazirganiyê jî li ser Helebce kar bike serkeftinê bidest nayîne.’’
Li ser heman mijarê sînemakar Mesûd Arif jî nerînên xwe wiha tîne ziman: “Ez ligel sendîka û piraniya aliyên peywendîdar axifîme û derbarê wê mijarê de lêkolînê dikin, heta niha em nizanin butçeyeke taybet ji bo fîlmekî Mahsun Kirmizigul tê veqetandin an na, ger bê veqetandin an hevkarî bê kirin em ê jî wek hejmarek sînemakarên Kurd helwêsta xwe nîşan bidin.’’
Derhêner Huner Selîm jî ku niha li Fransa dijî derheqê vê babetê de ji Basê re got: ‘’Ez naxwazim li ser vê mijarê biaxifim, ji ber karê min di warê sînemê de ye û dikarin bibêjin kesekî bexîl e, lê mijar pir girîng e ku li ser nerîn bên wergirtin, li Kurdistanê dew û doşaw tevlîhev bûye, tevlîheviyeke zêde heye lewra naxwazim hîç tiştekî bibêjim.’’
Ji bo nerîna wan werbigirin me peywendî ligel gelek sînemakarên din kir lê amade nebûn hîç daxwiyaniyekê bidin. Derheqê heman babetî de Sînemakarê Bakurê Kurdistanê Mehmet Aktaş jî wiha axifî: ‘’Ji nêzîk ve haya min ji wê projeyê nîne û nizanim naveroka wê çiye, bi baweriya min Mahsun Kirmizigul ji bo serkeftinê bidest bîne, divê ezmûneke sînemaya Kurdî biceribîne û ligel sînemakarên Kurd bikeve têkiliyê, ji ber sînemakarên Kurd di 15 salên borî de gelekî pêşketine.’’
Aktaş axaftina xwe wiha qedand: ‘’Mahsun çend fîlm çêkirine, lê fîlmên wî bazarî ne û li ser asta Tirkiyê hatine temaşekirin, heta niha min nedîtiye beşdarî festîvaleke cîhanî bûbe. Nizanim çawa dixwaze kar li ser babetekî wiha yê mezin wek Helebce bike ji ber Helebce Hîroşîmaya Kurd e, lê ger bixwaze serkeftî be, divê sûd ji ezmûna sînemakarên kurd werbigire.’’

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment