Ad (728x90)

Saturday, March 10, 2012

Filled Under: , ,

Fîlmên vê hefteyê; Bi Xatirê de Evîna Pêşî, Zeviyên Mirinê ên Teksasê, Rêwitiya Berbi Girava Efsûnî, John Carter, Jina Dinava Reşahiyan de

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ
Vê hefte 5 fîlm di vîzyonên cîhanê de ne....




Bi Xatirê de Evîna Pêşî

Dehêner: Mia Hansen-Løve
Lîstikvan: Lola Creton, Sebastian Urzendowsky, Magne Havard Brekke
Navê orjînal: Un amour de jeunesse
Welat: Frensa
Cure: Dramatîk komedî
Dîroka nîşandanê: Adar 2012

Fîlmeke balkêş a vê hefteyê "Bi xatirê de Evîna Pêşî" ye. Di fîlmê de behsa êşa evînê û begîniya mezin a Camille’yê kirin. Fîlm di festîvalên navnetewî de jî gellek bal kişand ser xwe. Her wiha di fîlmê de şopên jiyana derhênerê fîlmê Mia Hansen Løve jî cîh digre.







Zeviyên Mirinê ên Teksasê

Dehêner: Ami Canaan Mann
Lîstikvan: Sam Worthington, Jeffrey Dean Morgan, Chloe Moretz
Navê orjînal: Texas Killing Fields
Welat: DYE .
Cure: Dram, Polîsiye
Dîroka nîşandanê:  Adar 2012

Çîrokeke kûjeriyê ku ji bûyerên rastî hatine vegûhestin... Kûjerek sadîst qûrbanên xwe perçe dike û wana davêje cihekî binavê erdê mirinê. Du polîs jî hewl didin wan cînemayetan çareser bikin.






Rêwitiya Berbi Girava Efsûnî

Dehêner: Brad Peyton
Lîstikvan: Dwayne Johnson, Michael Caine, Josh Hutcherson
Navê orjînal: Journey 2: The Mysterious Island
Welat  DYE
Cure: Macera , Aksiyon , Fantastîk
Dîroka nîşandanê:  Adar 2012

Ev dewama fîlmê "Rêwîtiya Berbi Navenda Cîhanê" ye. Fîlm avahî 3D hatiye kişandin. Ji bo ku kesên fîlmên fantastîk macerayê hez dikin tercîhek di cîh de ye.






Jina Dinava Reşahiyan de

Dehêner: James Watkins
Lîstikvan: Daniel Radcliffe, Ciarán Hinds, Janet McTeer

Navê orjînal: The Woman in Black
Welat  Îngîlîstan, Qenada, Swêd
Cure: Tirs, Rageşî, Dram
Dîroka nîşandanê:  Adar 2012

Jina Dinava Reşahiyan de (The Women in Black) ji romana Susan Hill'ê hatiye vegûhestin.

Mijara fîlmê wiha ye;
Parêsvanê ciwan Arthur Kipps (Daniel Radcliffe) kurê xwe ya 3 salî dihêle û diçe navçeya Crythin Gifford ku ji bajarê wan dûr e. Wê li vê derê kerên hiqûqî ên xwediyê Malîkxaneya Eel ku miriyê birêvebibe. Lê piştî ku digehêje vê xaniyê rastî paşaroja tarî ya vê navçeyê tê. Piştî ku dest bi dîntina dîmena jineke razdar ku di nav reşhiyan de ye wê çi bibe?



 

John Carter: Di Nava Du Cîhanê de

Dehêner: Andrew Stanton
Lîstikvan: Taylor Kitsch, Lynn Collins, Samantha Morton
Welat DYE
Cure: Zanistvehan, Macera , Aksîyon
Dîroka nîşandanê:  Adar 2012

"John Carter: Di Nava Du Cîhanê" de behsa John Carter ku bi avahekî ku nayê zanîn ji Marsê re hatiye şandin dike. Niha ev gerstêrk ku di navbera şerê şêniyên vî gerstêrkê de ber bi tune bûnê de ye Carter dibîne ku rizgariya ev gerstêrkê di destê wî de ye.


(HAWAR NET)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib