Ad (728x90)

Monday, May 21, 2012

Filled Under: ,

Fîma Meş li Elmanyayê di sînemayan de ye

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlma Meş li Festîvala Portakala Zêrîn li Antalya li Tirkiyê 4 xelatên sereke wergirtin û li gelek festîvalên navetewî di warên cuda de hate xelatkirin, êdî li Almanya dikeve sînemayan.

Fîlma derhênerê Kurd Shiar Abdî MEŞ, bi serlîstikvaniya Selamo û Abdullah Ado ji 24 Gulanê û pê ve li Almanya dikeve sînemayan.


MEŞ, serpêhatî û hevaltiya di navbera dînekî û zarokan de ye, ku li bajarê Nisêbînê dijîn. Bûyer di destpêka salên 80’an de, di dema derbeya eskerî de, çêdibin.




Fîlma MEŞ li van bajaran dest pê dike:
Aachen,  ab 24.05.2012
Apollo
Pontstraße 141,  52062 Aachen
Tel: 0241-900-8484

Berlin, ab 24.05.2012
Eiszeit
Eiszeit Zeughofstr. 20, 10997 Berlin
Tel: 030 6116016

Dortmund, 14.6.-20.06.2012
Sweetsixteenkino
sweetSixteen-filmclub e.V.
immermannstr. 29, 44147 dortmund
Tel. 0231- 910 66 23

Dresden, 31.05- 06.06.2012
Casablanca
Friedensstraße 23  01097 Dresden
Tel: 0351 8042924
Frankfurt 25.5.-30.5.2012
Mal Seh'n Kino e.V.
Adlerflychtstr. 6 60318 Frankfurt am Main
Tel: 069 5970845 

Frankfurt 31.5.-6.6.2012
Filmforum Hoechst Volkshochschule
Sonnemannstraße 13, 60314 Frankfurt a. Main
Tel: +49 (69) 212-71501
Hamburg ab 4.6.2012
3001 Kino
Schanzenstraße 75  20357 Hamburg
Tel: 040 437679
Hannover 25.5.-29.5.2012
Kino im Künstlerhaus
Sophienstraße 2  30159 Hannover
Tel:0511 16844732

Köln ab 31.5.2012
Filmpalette
Lübecker Straße 15  50668 Köln
Tel: 0221 122112
München 7.6.-10.6.
Werkstattkino
Fraunhoferstraße 9  80469 München
Tel:089 2607250

Nürnberg ab 24.5.2012
Filmhaus
Königstraße 93  90402 Nürnberg
Tel:0911 2315823

Regensburg ab 24.5.2012
Wintergarten
Andreasstraße 28  93059 Regensburg
Tel:0941 89799169
Saarbrücken 31.5.-6.6.2012
Filmhaus
Mainzer Straße 8  66111 Saarbrücken
Tel:0681 372570




SI FILM
www.sifilm.net
info@sifilm.net
Fragman
http://www.youtube.com/watch?v=qyRqpIpSyaU&feature=related



MEŞ
Derhêner: Şiyar Abdî
Lîstikvan: Selamo, Abdullah Ado
Sal: 2011, 88 xulek
Production: Sel Film, Si FilmCo. Production: SoundVision

Derhênerê fîlmê Şiyar Abdî, li festîvala fîlman bajarê Silêmaniyê li Kurdistanê Iraqê xelata baştirîn derhêner wergirt.
Di sala 2011 de fîlm beşdarî festîvala Porteqala Zêrîn ya Navnetewî li Antalya bû û xelata baştirîn alîkarên serlîstikvanên jin û mêr wergirt, her wiha baştirîn xelata muzîkê û derhênerê hunerî stand.

Fîlm, li festîvalên weke Festîvala Fîlman li London, Roma û festîvala muzîkê ya Ubeda li Spanya, di beşê Jerry Goldsmith Award weke baştirîn fîlm beşdarî pêşbirkê bû.
MEŞ, serpêhatî û hevaltiya di navbera dînekî û zarokan de ye, ku li bajarê Nisêbînê dijîn. Bûyer di destpêka salên 80’an de, di dema derbeya eskerî de, çêdibin.

Hevalê herî nêzîk yê serlîstikvanê fîlmê Xelîlo, Cengo ye. Cengo zarokekî 12 salî ye, ji malbateke hejar e. Rojekê dema ku li kolanan benîşt difroşe Xelîlo nas dike. Di navbera wan de hevaltî dest pê dike, hevaltiya wan her ku diçe xweştir dibe.

Xelîlo di dikanekî kevin û kavil de dijî û li pêşiya qonaxa hikûmetê diçe û tê.

Cengo, bi demê re Xelîlo dikişne nava hevaltî û lîstikên zarokan li bin Pira Alman.  Ew di bin wê pirê de bi hev re dilîzin û demeke xweş derbas dikin.
Dema ku esker dest datînin ser welêt û derbeya eskerî çêdikin, derketina nava bajêr û kolanan tê qedexekirin, jiyana Xelîlo, zarokan û hemwelatiyan dikeve xeterê.
Gelo di van bûyeran kî qezenc dike kî wenda dike?

Regisseur Statement:   
Dema ku Derbeya 12 Îlonê ku di sala 1980 de li Tirkiyê çêbû, bandoreke neyênî li ser civakê çêkir.  Kesên ku herî zêde ji wê derbeya eskerî ziyan dîtin Kurd bûn. Bi sedan kes ketin zindanan, xerabtirîn şêweya êşkencekirinê dîtin, gelek jin bî man, zarok sêwî man, gelek kesên ku qet agahiya wan ji siyasetê tune bû jî, bûn qurbanên wê derbeya eskerî.

Fîlma Xelîlo, me li wan rojên tarî yên derbeyê vedigerîne û êş û bêzariya gelê Kurd, di kesayetiya lehengê fîlmê Xelîlo de, nîşanî dide. Xelîlo nimûneyeke ji civaka Kurd ku di wê salê de ligel derbeyê jiya ye. Ew xwediyê taybetmendiyeke cuda ye. Xelîlo, her çiqas nayne ziman jî, lê ew bi bêdengiya xwe derbeyê şermezar dike û li hember wê derdikeve. Bêdengiya wî hêza wî ya herî mezin e. Min xwest di bêdengiya
Xelîlo de rewşa siyasî, civakî û aborî ya Kurdan bînim bir Cavan. Xelîlo xwe ji civakê bi dûr dixîne, xwe bi tenê dihêle, lê hevaltiyeke pir nêzîk bi zarokan re datîne. Bi wê hevaltiya xwe Xelîlo, hêviyên xwe yên wenda di hebûna wan zarokan de dibîne.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib