Ad (728x90)

Saturday, July 21, 2012

Filled Under:

Ji evîneke qedexe ber bi şoreşa dîrokî; Evîna Qedexe


Fîlma "Evîna Qedexe" (A Royal Affair) balkêştirîn fîlam vê hefteyê ye.
Fîlma di Festîvala 62'emîn a Berlînê de di warê "senaryoya herî baş" û lîstikvanê herî baş de" xelatan wergirtibû çîroka evîneke mezin û skandaleke ku di Qesra Danîmarkêyê a sedsala 18'an de pêk hatibû û vegûherîbû şoreşekî ku dîroka Ewrûpayê bigûherîne dike.

Qralê Danîmkarkayê VII. Christian ku hinek dîn e û beredayî tevdigere û kesekî tewş e. Her wiha zilamekî asabî ye û ji rêvebiriya wlat zêdetir girînya alkol û fahîşeyan dide.

Ji bo berjewendiyên polîtîk bi prensesa Îngîlîstanê ve tê zewicandin.  Prenses Caroline ku digot qey bi qraleke zewicîye dibîne ku li hemberî wê zarokek hê negihêştî heye.

Ji bo derman kirina qralê doxtoreke tê peyda kirin. Di navbera doktor û jina qralê de evîneke mezin derdikeve holê. Evîna ku wan wê pêşengiya riya ku diçe ronî bûna netweyekî dike.

131 deqîqeya bi bengînî, seks, skandal, îxanet û heyecanê re tije ye li benda we ye.


Evîna Qedexe (A Royal Affair)

Dîrok: 2012 (2s 11dq)
Derhêner: Nikolaj Arcel
Lîstikvan. Mads Mikkelsen, Alicia Vikander, Mikkel Boe Folsgaard ...
Cure: Dîrokî, Dram, Romantîk
Welat: Danîmarka, Swêd, Elmanya, Komara Çek


(HAWAR NET)








Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib