Ad (728x90)

Saturday, September 8, 2012

Filled Under: , ,

Festîvala sînemayê ya Duhokê de bakûr jî beşdar e

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Berpirsê ragihandina festîvala Duhokê ya navdewletî ya sînemayê aşkere kir ku 90 fîlm dê di festîvalê de bêne pêşandan.

Îsmaîl Tahir ji AKnewsê re daxuyand ku amadekariyên festîvalê ku birayar e roja yekşemê dest pê bike û heta 16ê vê mehê bidome, bi dawî hatine.

Tahir ronî kir ku 220 fîlm gihiştine ber destê komîteyên taybetmend ên festîvalê û ji wan 90 fîlmên kurdî û biyanî hatine hilbijartin daku di festîvlê de bêne pêşandan.

Tahir bal kişand ku tenê dê fîlmên kurdî beşdariya pêşbirka festîvalê bikin û fîlmên din dê bi temê bêne pêşandan.

Tahir aşkere kir ku wan nêzîkî 100 kesatiyên sînemayî ji gelek welatan vexwendî festîvalê kirine.


Ji bakur beşdariyeke xûrt

1'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê di navbera 9 û 16'ê vê mehê de li dar dikeve. Di festîvalê de gelek belgefîlmên ji bakur jî hene.

Festîvaleke din li festîvalên kurdan zêde dibe. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê 9'ê mehê dê dest pê bike. Ji qada neteweyî û navneteweyî bi giştî 220 fîlm, kurtefîlm û belgefîlm ji festîvalê re hatine şandin û ji nav wan beşek ketine nav bernameya festîvalê. Di festîvalê de di encama pêşbaziyê de dê xelatê bidin fîlmekî metrajdirêj, 3 kurtefîlm û belgefîlmekî. Merasima xelatdayînê jî dê 16'ê mehê li dar bikeve.

Ji bakur, başûr û ji welatên dinyayê yên din berhemên derhênerên kurd beşdarî festîvalê dibin. Di nav de gelek belgefîlmên derhênerên kurd ên ji bakur jî hene. Ji bakur Bulent Boral bi belgefîlmê xwe "Silo Qiz", Asmîn Bayram bi "Dîsa jî aştî", Esîn Akgul bi "Min Kîyim", Rodî Yuzbaşi bi "Maya" û Cemil Oguz bi belgefîlmê "Rewşen" beşdarî festîvalê dibe.
Her wiha ji parçeyên din jî ev belgefîlm beşdarî festîvalê dibin ku hên jê li welatên Ewropa hatine kişandin:
- Dar astane 40 salegi, Der: Mehrdad Sulêmanî, (Rojhilat)
- Ka War, Der: Huşyar Z. Nerwayî (Başûr)
- Melody Bard, Der: Perwîz Rostamî (Rojhilat)
- Snjar Xan Cînema, Rostayê Naran, Der: Salah Rehîmî (Rojhilat)
- Dê Her hêyn, Der: Bengîn Elî (Başûr)
- Kurê Gerîla, Der: Zanyar Adamî û David Herdies
- Dîroka Reş, Der: Kamiran Betasî (Başûr)
- Awazên Axê, Der: Rêkeş Şehbaz (Başûr)
- Real Madrid û Barselona, Der: Tofan Ebûbekir (Başûr)
- Behrey Berxor, Der: Hîwa Taha Mistefa (Başûr)
- Athar Janbiya, Der: Hesen Qasim (Başûr)
- Ronak, Der: Hoşeng Mîrze (Rojhilat)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib