Ad (728x90)

Thursday, September 6, 2012

Filled Under: , ,

Navenda nûçeyan dest pê dike!

NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ TV
Senarîst Aaron Sorkin ku bi "The Social Network'ê navdar bûbû niha bi navê "The Newsroom" (Navenda Nûçeyan) rêzefîlmekî nivîsî û rêzefîlm di meha rezberê de di CNBC-E'yê de dest pê dike.

Hûn dixwazin guh bidin nûçeyên ku pêşkêşî we dikin, yan hûn dixwazin guh bidin nûçeyên rastîn? Senarîst vê carê heyecana kesên di nav jiyana rojane de nûçeyan çêrikin derdixe ser ekranê.

Rêzefîlmê ku rijîna petrolê ya nav behrê ya BP'ê bigire heta Bihara Ereban, rêzefîlm dê li ser gelek nûçeyên rastîn bisekine.

Rêzefîlm, pêşkêşvanê nûçeyên sereke Will McAvoy, derhênera wî ya sazkar û hezkiriya wî ya berê MacKenzie MacHale, patronê wan Charlie û koma navenda nûçeyan dike mijara xwe ya sereke û bi ser wan re rêzefîlmê derdixe pêşberî temaşevanan. Digel berjewendiyên şîrketê û zardoriya yên reklaman didin jî koma navenda nûçeyan bi awayî îdealîst dikin ku nûçegîhaniyeke rastîn bikin. Helbet ger ew nebin "nûçeya deqeya dawî"...

Di rêzefîlm de The Newsroom, Jeff Daniels, Emily Mortimer, John Gallagher Jr., Alison Pill, Dev Patel û Olivia Munn’dan dilîzin. Rêzefîlmê diyar e dê gelek balê bikişîne li Tirkiyeyê 19'ê vê mehê (saet 22.00) di CNBC-E de dest pê dike. Diyarname

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib