Ad (728x90)

Friday, October 5, 2012

Filled Under: , ,

1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê ku dê li peravên Çemê Dîcleyê bê lidarxistin sibê dest pê dike.

1'emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê ku ji hêla Komeleya Danasîn û Tûrîzmê ya Êlihê (Bat-Der) û Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin, sibê destpê dike. Di çerçoveya bernameyê de cara yekemîne li bajarê kevnar sînema dê bê lidarxistin.

Rojên kurtefilmên ku naveroka wan dê xweza û dîrok bin, dê gelek kurtefilm yên ji welat û derveyê welat bên pêşandan. Serokê Bat-Der'ê M. Emîn Bulut diyar kir ku, dê ew cara yekemîn li Heskîfê bernameyek wiha girîng li dar dixin û wiha got: "Dê di 6 û 9'ê cotmehê de di demjimêr 20.00'an de li ber holikên avê film bên pêşandan.

Di 7 û 8'ê cotmehê de li Kûçeya Salona Sînemaya Yilmaz Guney film bên pêşandan. Mehmet Korkmaz ku di Altin Portakal de xelat wergirt û Derhenerê belgefilma Meşa Anatoliya Mezin Hakan Tosun, dîsa Abdullah Ozturk û Seyda Goyan ku îmze avêtine bin xebatên çêkirina filmên girîng jî li Heskîf û Êlihê hevpeyvîn bê kirin.

Di 9'ê cotmehê de roja Sêşemê li perava Dîcleyê li ser belge filma 'Qêrîna bêdeng' (Sessîz Çığlık) ya Coşkun Aral hevpeyvîn bê kirin. Armanca me ewe ku Heskîfa ku di salên 1960 û 70'î de bi dehan film hatine çêkirin, careke din wergerînin platoya sînemayê."

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib