Koma Zanîngeh Fîlm li ser azadiya sînemaya Kurdî û pişaftin an bandorên sînemayên derdora Kurda jî gotin : ”Ji bo ku sinemaya Kurdi Azad bibe û ji bin bandora Tirkî, Erebî, farisî û hwd. derkeve em dixwazin vê xebatê bikin”.
Wekî din Komê got ku: “ Mixabin di sînemaya Kurdî de Kurd tune ne. Ji ber ku sînemagerê Kurd senaryoyê xwe bi zimanekî din dinivîsînin, di setên filîman de bi zimanekî din diaxifin, di filme xwe de jî ji dînamîkên cîvaka Kurdî bêhtir dînamîkên cîvakên din kar tînin û hwd.”
Kome li ser belav bûn û lawaziya sînemaya Kurdî mitaleyên xwe weha gotin: ”Sînemaya Kurdî ji ber ku belave gelekî lewaze. Em jî dixwazin platformeke çebikin û sînemagerê Kurdan tev li vir bigihînin hev û li ser sînemaya Kurdî xebatên akademîk çebikin “.
0 yorum:
Post a Comment