Friday, November 2, 2012
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Mihrîcana Fîlmên Amedê didome
By
Serbûriyek
Dated
1:44 PM
Mihrîcana Fîlmên Amedê ya Navneteweyî ku ji aliyê OSAD'ê hate amadekirin, bi ziman, reng û çandên cûda yên li ser perdeya sipî tên weşandin didome.
Mihrîcana Fîlmên Amedê ya Navneteweyî ku ji aliyê OSAD'ê ve di 29'ê Cotmehê de destpê kir, berdewam dike. Mihrîcana ku ji aliê Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD) ji bo di qada sînemaya Kurdî de xizmetek baş pêş bixe û rê li pêş filmên nû yên kurdî veke destpê kir û dê heta 5'ê mijdarê bidome rastî eleqeyek mezin tê.
Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD), piştî Mîhrîcana Filmên Belgefîlm ya Fîlm Amed, Mîhrîcana Fîlman ên Amedê ya Navneteweyî li dar xist bi filmên rengîn ên sînemayê yên cuda didomîne. Mihrîcan bi reng û zimanên cuda yên li ser perdeya sipî berdewam dike. Di roja 4'an a mihricanêde felek fîlmên kurd û belgefîlm hatin pêşandan. Di çarçoveya mihrîcanê de fîlmê ku derhêneriya wê Dahna Abourahme dike filmê bi navê "Kraltiya Jinan" ku di sala 1982'an de çîroka kampa penaberên Eîn El Hîlweh a dema Îsraîllan Lubnan îşgal kir tine ziman. Fîlmê ku çîroka kampa penaberan a Ein El Hilweh tîne ziman li ser perda sipî hate pêşandan.
ÇIYAYÊ QENDÎLÊ LI AMEDÊ BÛ
Di bernameya duh ya mihrîcanê de filmê derhêner Taha Karimi yê Îranî ku pişt perda Çiyayê Qendîlê tîne ziman hate pêşandan. Di fîlmê de şopa şer, binpêkirina mafan û nirxên nayê dîtin hebûn. Belgefîlma Çiyayê Qendîlê ji aliyê sînemahezan ve bi coşek mezin hate temaşekirin.
Dîsa fîlmê Haco Cheko yê bi navê "Li vir" hate pêşandan. Fîlmê "Li vir" çîroka Dingil Huseyîn ya qaçak tîne ziman. Dîsa belgefîlma Awazen Axê ku li ser seyda kewê gozel hatiye amdekirin hate pêşandan. Gelek fîlmên din jî derketin ser perdeya sipî û bi hunerhezan re hatin cem hev.
Di bernameya îro ya mihrîcanê de jî Toros Canavari, Bê Bersiv, Kesit, Unutma Beni İstanbul, Duşumdeki Uçurum, Disa Jî Aşitî de bên pêşandan.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment