Saturday, December 8, 2012
Filled Under: FESTÎVAL, SÎNEMAYA KURDÎ
Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a 3'emîn
By
Serbûriyek
Dated
1:41 PM
3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, wê 19ê Berfenbarê destpê bike. Festîval, ji ber çalakiyên greva birçîbûnê hatibû taloxkirin.
Şaredariya Êlihê ragihand ku îsal 3.Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, di navbera 19 û 23ê Berfenbara 2012 an de wê were lidarxistin.
Festîval dike di navbera 28ê Mijdarê û 2ê Berfenbarê bihata lidarxistin lê, ji ber grevên birçîbûnê hatibû taloxkirin.
Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney, wê 5 roja dewam bike. Di 23ê Berfenbarê de, bi merasîma xelat dayînê wê bi dawî bibe. Di festîvalê de 15 kurtefîlmên Kurdî yên ku di pêşbirkê de mabûne fînalê wê bêne nîşandan. Dîsa di bergeha festîvalê de fîlmên metraj drêj, panel û belgefîlm jî wê hebin.
Gellek şexsiyetên naskirî yên sînema, huner û wêjeyê jî wê beşdarî festîvalê bibin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment