Ad (728x90)

Tuesday, December 18, 2012

Filled Under: ,

Li Navenda Çandê ya Cigerxwîn rojên filman

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ
Li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê ku kar û xebatên xwe di bin baneya Şaredariya Peyasa Amedê dimeşîne rojên filman dest pê dike. Çalakiya ku dê 3 mehan berdewam bike dê gel bikaaribe ku filman bêyî pere temaşe bikin.

Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê ya Şaredariya Peyasê ku di gelek aliyên çand û hunerê de xebatan dimeşîne çalakiyeke pêşandan filman a ku 3 mehan berdewam bike dê were lidarxistin. Pêşandana yekem 22'yê kanûnê bi filmê derhêner Firat Çagri Beyaz ê bi navê 'Pistepitsên ji Herêma Mirî' dê dest pê bike.

Midûrê Karên Çand û Civakî yê Şaredariya Peyasê Îsmaîl Kardaaş têkildarî çalakiyê agahî dan û wiha axivî: "Di biqasî 3 mehan her yek ji yeka din xweştir 14 filmên xelat wergirtine û yên kurdî dê bên pêşandan. Filmên kum e ji bo vê çalakiyê hilbijart bi mijarên xwe ve rastiyên herêmê tînin ziman. Dê gelê me ve film bêyî pere temaşe bikin. Film dê li salona sînemayê ya Navenda Çanda Cegerxwînê werin pêşandan. Pêşandana filman her hefte dê rojên şemî û yekşaman pêk werin."

14 FILM TÊN NÎŞANDAN

Çalakiyay pêşandan filman a ku dê heta meha adarê berdewam bike ji filmên; "Xweşikiya te pere nake" "Li vir", " istepitsên ji Herêma Mirî'", "Seyitxan", "Mîdyeyên Şikestî", "Em ê rojên xweş bibînin", "Kerî", "Pirsgirêka Welat", "Mirovke berdûş", "Stenbol min ji bîr neke Stenbol", "Zêmar", "Binerd", "Pêşeroj dê dirêj biajo", "Press" û "Yek mumik du mumik" dê werin pêşandan. Rojên filman ku dê 22'yê kanûnê dest pê bike dê her rojên şemiyê di saet 19.00'an de û rojên yekşeman jî di saet 16.00'an de film bên pêşandan.


Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib