Ad (728x90)

Thursday, January 10, 2013

Filled Under: ,

Hûn jî piştgirî bidin 'Ez firiyam tu mayî li cih'

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
"Ez firiyam tu mayî li cih" belgefîlmekî Mizgîn Mujde Arslan e. Li Tirkiyeyê derxistina belgefîlman a ji bo vîzyonê karekî zehmet e. Ji bo belgefîlm bikevin vîzyonê gelek caran dest bi kampanyayên berhevkirina alîkariyê dikin. Ji bo "Ez firiyam tu mayî li cih" jî derxin vîzyonê niha dest bi kamyanyayeke kirine.

Ji bo kampanyayê metneke bi sê zimanan hatiye amadekirin û belavkirin. Di metnê de wisa tê gotin: "Daxwaza me ya herî mezin ew e ku, fîlmê me yê ku me di şert û mercên giran de kişand, bigihîje temaşevanan. Ji ber vê jî, ji bo ku fîlm were belavkirin, di mîhrîcanan de were nîşandan, di qada navneteweyî de were nasîn, jêrnivîsa wê were amadekirin û dvd’ya wê were danîn, em li benda alîkariya we ne."

Kesên bixwazin alîkariyê bikin yan jî agahiyên berfirehtir bigirin dikarin serî li van navnîşanan bidin:

info@benuctumsenkaldin.com
mujdearslan@gmail.com
www.ezfiriyam.com

Kunyeya fîlm:
Derhêner: Mizgîn Mujde Arslan
Çêker: Mizgîn Mujde Arslan, Huseyin Karabey
Kamera: Ozay Şahin
Pevxistin: Masum Elmas, Mizgîn Mujde Arslan
Sala Kişandinê: 2012
Mawe: 80

Diyarname

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib