Friday, May 31, 2013
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlma “xaka şîrîn û bîber a min”
By
Serbûriyek
Dated
6:38 PM
Lîstikvanên fîlma kurdî ya bi navê “My Sweet Pepper Land” (Xaka şîrîn û bîber a min) ku wek takefîlma kurdî beşdarî 66. Festîvala fîlman a Cannes a Fransa bibû
66. festîvala fîlman a Cannesê îsal di navbera 15-26ê Gulanê de hat sazkirin. Di festîvalê de takefîlma kurdî ya bi navê “Xaka şîrîn û bîber a min” ku ji aliyê derhênerê kurd ê başûrê Kurdistanê Huner Selîm ve hatibû kişandin, beşdar bibû û di kategoriya “nihêrînek taybet” de bi fîlmên din re ketibû nav hevrikiyê.
Lîstikvanê fîlmê Mîr Murad Bedirxan da zanîn ku fîlma “Xaka şîrîn û bîber a min” bi şêwazê fîlmên Western hatiye kişandin û heyama wê jî 100 xulek e û wiha got: “Di festîvalê de fîlma me gelekî hat ecibandin û ji aliyê herkesî ve şiroveyên erênî li ser hat kirin û beşdar û temaşevanan carek din bedewbûna Kurdistanê dîtin.”
Çîroka fîlmê:
Zilamekî bi navê Baran li Hewlêrê ji bo aştiyê xebat dike, piştî ku erka xwe diqedîne û mala xwe dibe deverekî li ser sînorê Iraq, Tirkiye û Îranê. Lê ew der deverek aloz bûye. Xelkê wê derê Baran qebûl nakin. Lê Barzan dîsa li ser karê xwe rijd e. Li wir jina bi navê Govend dibîne. Govend li wî gundî mamostatiyê dike lê ew jî mîna Barzan nayê hezkirin. Ew jî ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe xebat dike. Li wê derê axayek heye navê wî Ezîz axa ye. Ezîz axa û merivên wî dibin bela serê Govend û Baran…

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment