Fîlmê te derbarê çi de ye?
Key Behar: Çîroka vî fîlmî derbarê kurekî temen 10 salî yê bi navê Tîşko de ye. Li ser astengiyên ku dikevin pêşiya pêkanîna xewnên wî de ye. Tîşko gellekî ji lîstika futbolê hez dike. Herwiha bandoreke xurt a lîstikvanê navdar "Pelé" li ser wî heye. Tîşko cîhanê li gor hevtemenên xwe bi nêrîneke cuda dibîne. Ev hêviya nifşê nû ye. Çîroka tîşko di vî fîlmî de rengdana çîroka gelê me ye.
Gellek fîlmên kurdî ji aliyê derhênerên kurd ve hatine berhemkirin û festîvalên navdewletî hatine nîşandan. Çi cudahiya fîlmê te ji yên din heye?
Yekemîn fîlmê kurdî ye ku bi zimanê ingilîzî berhem dibe. Lê ev ne take taybetmendiya sereke ya vî fîlmî ye. Fîlm bêhtir sepandinê li ser qurbanîdana gelê kurd dike. Karekter, çîrok û lehengên gellek fîlmên kurdî ku hatine çêkirin nediyar in. Li şûna wê hewl dane bi rêya rewşa siyasî ya kurdî û bangeşeya alîkarî û dilovaniya pêdeçûnê, dîroka çewisandina Kurdan nîşan bidin. Ev peyam di fîlmê min de nînin. Berevajiyê vê yekê, Tîşko her hewlê ji bo serketin û gihîştina xewnên xwe dide. Ne qurbanî ye lê bêlê leheng e. Fîlmên din ên kurdî ji bo bînerên navdewletî hatine çêkirin. Bi sedema heyber û naveroka çîroka xwe ti fîlm ji wan negihi?tine bazara sereke ya sînemayê. Herwiha ji bo festîvalên navnetewî ne guncaw in.
Tu bi rêya vî fîlmî hêvîdarî bidestxistina çi yî?
Bêguman dixwazim xwe wekî derhênerê fîlm nîşan bidim. Ji bo pêkanîna van encaman jî yekem berhem girîng e. Lê armanca min gellekî bêhtir e ji wê yekê ku tenê wek derhêner derkevim pê?. Pêwendiya mezin ya vê amancê jî bi bav û kalan ve heye. Min jiyana xwe wekî kesekî ku li jêr desthilateke dîktatorî ya wekî ya Sedam Husên bire sêrî. Ji temenê 14 salî û pê de tenê ji bo ku Kurd bûm pêrgî ê?kencê hatim. Daxwaza Tîşko jî wekî ya derhêner Key Behar pêkanîna xewnên wî ye. Herwiha xewnên gelê kurd ên ji bo pêkanîna azadî û serxwbûnê ne jî.
Gelo ev fîlm dibe girantirîn fîlmê kurdî ku heta niha hatiye berhemkirin?
Budçeya vî fîlmî dibe 8 heta 10 milyon dolar be. Ev dike ku girantirîn fîlm yê heta niha li Kurdistanê hatibe çêkirin. Lê fîlm dibe berhemkirina Kurdistan û Brîtanyayê. Bi rastî ev budçe ji bo fîlmekî mezin yê wekî “Pêlava çavgirtî” ne ewqasî bilind e.
Tu pêşbîniya ti astengiyeke din ya di pêkanîna vê amancê de dikî?
Di nerîna te de sînema ji bo nasandina cîhana derve ya Kurdan û doza wan baştirîn rê ye?
Belê, ti kenaleke din a medyayî nîne ku wekî fîlmê dokûmenterî û yê xeyalî xurt be. Bi taybet jî fîlmê xeyalî, eger ji bo hejmareke mezin ya bînerên navdewletî hatibe berhemkirin. Baştirîn nimûne fîlmê Titanic e. Berî belavkirina vî fîlmî xelkê li cîhanê çiqasî çîroka wê zanîbûn? Gellek çîrokên gelê kurd yên taybet hene. Hemû çîrokên trajediyê ne. Berevajî wê jî çend çîrokên xeyalî û efsaneyî yên ku bav û kalên me gotine hene. Lê ev çîrok ne di çarçoveya pirtûkan de ne. Vê yekê bi xwe jî kir ku li xurtiya gotina çîrokê mikur werim. Bavê min berî razanê çîrok ji min re digotin. Eger ev çîrok bi awayekî sînemayî bên pêşkêşkirin, wê wêneyekî cuda yê Kurdistanê nîşanî cîhanê bikin.
Te aktor bo vî fîlmî dîtine?
Me hêjî dest bi kastkirina fîlm nekiriye. Lê pêwîstiya me ji bo balki?andina bînerên navnetewî bi kêmasî ve bi 2 aktorên navdar ên Hollywoodê heye. Emê di demeke kurt de pêwendiyê ligel rêveberekî baş ê kastê ji bo destpêkirina pêvajoya kastkirina fîlm daynin.
0 yorum:
Post a Comment