Saturday, October 5, 2013
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Serlêdanên pêşbirka senaryoyê ya Fîlmên Kurdî destpêkir
By
Serbûriyek
Dated
10:24 AM
Jibo dewlemend kirina sînemaya Kurdî, senaryoyên pêşxistî û xurt gelek giring in, bi vê baweriyê Festîvala filmên Kurdî ya Londonê dest bi pêşbirka senaryoya herî baş ya li ser temaya Kurdî jibo filmên metrajdirêj hatî nivîsandin kiriye. Pêşbirk parçeyekê bernameya heştemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya ku di navbera 15 û 24´ê Sermaweza 2013´an tê lidarxistine. Senaryoya ku di pêşbirkê de bi serkeve dê bi pênc hezar($5000) dolarê ku ji hêla Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê ve hatî bexş kirin, were xelat kirin.
Pêşbirk ji hemû kesî re vekiriye. Serlêdan divê li gorî van pîvanan bin:
1. Divê Beşdarvan bi nasandina senaryoya xwe ya di navbera 1000–1500 peyvî de(derdora 3–5 rupela A4) serlêdana xwe bikin.
2. Divê beşdarvan sînopsîsa kurt ya ku ji 150 peyvî derbas nabe jî bişîne.
3. Divê serlêdan hemû bi zimanê Kurdî(Kurmancî–Soranî) û Ingilîzî bin. Wekî din bi tu zimanên din dê serlêdan neyên qebûl kirin.
4. Divê temaya(mijara) senaryoyê Kurd bin.
5. Divê di naveroka nasandina senaryoyê de, qala çîrok, mijar û lîstikvanên sereke jî were kirin.
6. Divê nasandina senaryoyê bide xûya kirin ka çîrok orjînal e an adeptasyon e. Ger ku adeptasyon be divê orjînala xebatê û destûra wê bide xûya kirin.
7. Divê tenê bi yek xebatê serî were lêdan, ji yekî bêhtir dê neyên qebûl kirin.
Divê hemû serlêdan ji navnîşana screenplay@lkff.co.uk re bên şandin. Jibo agahiyên zêdetir www.lkff.co.uk ziyaret bikin. Ji kerema xwe re bîyografiya xwe ya kurt jî bi serlêdanê re bişînin, ev agahî dê tenê jibo qeydiyên me werin bi karanîn.
Divê herî dawî heta roja Yekşemê 20.10.2013´ê serlêdan were kirin. Piştî wê dîrokê dê serlêdan neyên qebûl kirin.
PUKmedia

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment