Ad (728x90)

Monday, October 21, 2013

Filled Under: ,

" Sînemavanên Kurd dîroka Kurdan dinivîsin"

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Di Festîvala Fîlaman a Duhokê de jibo fîlmên ku xelat bigrin dîyar bikin, ji welatên cuda derhêner û nivsikarên sînemayê di festîvala Duhokê de amade bûn. Ji Tirkîyê nivîksar û rexnegira sinemayê Alîn Taşcîyan jî endama jurîya kurtefîlmên Kurdî bû.
Xanima Alîn ji Dengê Amerîka re got kes nikare êdî bêje ku Sînemaya Kurdî tuneye û sînemavanên Kurd bi berhemên xwe dîroka Kurdan dinivîsin. Nivîskar Taşcîyan di dewamîyê de destnîşan kir berîya ku dewleta Kurdan ava bibe, sinemaya Kurdan çêbû.

Xanima Alin got bi saya serê sînemavanên Kurd, li Tirkiyê êdî nabêjin sînemaya Tirk dibêjin sinemaya Tirkiyê. Herwiha bibîr xist ku di salên dawî de gelek fîlmên Kurdan tên xelat kirin û got "di dîroka Tirkîyê de du derhêner tenê ji Festîvala Cannes’ê xelata Palmîya Zêrîn girtine.Yek ji wan Yilmaz Guney, yê din jî Rêzan Yeşîlbaş e û herdû jî Kurd in." Voa Kurdî

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib