Friday, December 20, 2013
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA BIYANÎ
Gelo Avatar 2 kengî tê nîşan dan? 3 û 4 jî hene...
By
Serbûriyek
Dated
6:09 AM
Derhênerê xwediyê xelata Oscarê James Cameron diyar kir, ji bo ku dewama fîlma Avatarê ya ku di sala 2009an de kişandibû, li Zelandaya Nû bikşîne dest bi xebatên xwe kiriye.
Derhênerê navdar li paytext Wellîngtonê bi Serokwezîr John Key ve civîneke çapemeniyê li dar xist.
Derhênerê fîlmên efsanevî "Titanic", "Alliens" û "The Terminator"ê Cameron diyar kir ku sê fîlmên dewama Avatarê dê ji 2015an pê ve di nav neh mehan de bê kişandin.
Cameron got ku em dixwazin fîlma yekem bigîhînin sala 2016an, fîlma duyem dê di sala 2017an de, fîlma sêyem jî dê di 2018an de bê nîşandan.
Cameron hin sahneyên fîlmê dê di saniyeyê de 48 kareyan bikarbîne û wisa bikşîne. Di fîlman de gelek caran 24 kare tê bikaranîn. Sedî 25ê butçeya fîlman hîkumeta Zelandaya Nû dê bide.
Avatarê di gîşeyê de 2.8 milyar dolarî ve di dîroka sînemayê de di nav fîlmên herî zêde qezenc kirine de cih girtibû. Di Xelatên Kûreya Zêr ên 67emîn de xelata Fîlma Herî Baş û Derhênerê Herî Baş qezenc kiribû. Fîlmê di Xelatên Akademiyê yên 82emîn de jî "Derhênerê Hûnerê Yê Herî Baş", "Derhênerê Dîmenan yê Herî Baş" û "Efekta Dîmenî ya Herî Baş" de xelat standibûn.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment