Fîlmê derhêner ji alîyê sînemahezên Tirkîyê ve jî rastî eleqeyeke baş hat, ku di beşa pêşbirkê ya festîvalê de hate pêşandan.
Derhêner Zaman, piştî pêşandana fîlmê xwe li Stenbolê beşdarî bernameyeke taybet bû ku ew bername bi fîlmê wî yê yekê, Bawke destpê kir.
Di bernameya ku roja Yekşemê li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî birêve çû de, Hîşam Zaman ligel sînemavan Mustafa Gundogdu, li ser destpêk û rewşa dawî ya sînemaya Kurdî peyîvîn.
Derhênerê Kurd eleqeya jibo fîlmê ‘Berîya Barîna Berfê’ dinirxîne û ji Dengê Amerîka re dibêje, pêwîste li nav malbatên Kurd jî tevî zarokan hezkirin û kultureke sînemayê çêbe.
Hîşam Zaman dide xuya kirin, fîlmê wî ligel ziman û aktorên xwe bi rûh û sirûşteke Kurdî hatîye çêkirin.
“Ez hêvî dikim jibo pêşvebirina sînemeya Kurdî li Kurdistanê jî sîstemeke bihêz were ava kirin. Sînema bixwe navgîneke pir girîng e jibo jîyana neteweyan û dikare her cure rewşa jîyanê, êş û xemên wan raxe pêş çavan.”
0 yorum:
Post a Comment