Belê li ser nexşeya kurdan sînor hatine kişandin ku her malbatek kurd, her xizmek li aliyeke sînor maye. Heta niha li ser van sînoran gelek tişt hatin gotin, lê kurtefîlmê bi navê "Qêrîn" bi zimanekî cuda û bi awayekî serketî mijara xwe digire dest.
Kurtefîlmê "Qêrîn" ku 14 deqîqeye derhêneriya wî Diyar Dêrsim û Bilal Bulut kiriye. Kurtefîlm li sînorê Tirkiye û Ermenistanê (Hûn dikarin vê ji bo parçeyên din jî bixwînin) li Çiyayê Agirî derbas dibe. Ji ber ku li sînor axaftina bi kurdî xedexe ye malbat têkiliya nava xwe bi dengbêjiyê saz dike. Bûyeran bi klaman vedibêjin. Yek li aliyê wî alî dest pê dike, yê vî alî didome. Û heta evîna du ciwanan jî rewş wisa didome.
Kurtefîlmê ku derdê xwe bi awayekî serketî vedibêje heta niha Barselona, Milano jî têde li gelek cihan hatine nîşandayîn. Roja 27'ê mehê saet 17.00'an de li Beşa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî jî (ligel belgefîlmê Aziz Çapkurt "Dayê dibê aştî") tê nîşandayîn. Piştî belgefîlm dê bi Bulut û Çapkurt re sohbetek li dar bikeve.
Kunye
Nav: Qêrîn
Derhêner: Diyar Dersim, Bilal Bulut
Lîstîkvan: Diyar Dersim, Havin Funda Saç, Muharrem Beksari
Sala Kişandinê: 2012
Mawe: 14 deqîqe
Ziman: Kurdî
0 yorum:
Post a Comment