Ad (728x90)

Sunday, September 7, 2014

Filled Under: ,

Di Sînema Kurd de sî û rastî

GOTAR SÎNEMAYA KURDÎ

Hunera sînema li devê deriyê Kurdan dixe. Wê ne şaş be ku em bêjin gelê Kurd di riya hunera dîtbîniyê de, dikare ji nû ve serweta dîroka xwe zindî bikin. Wê gavê armanca ku em di hindirê vê cîhanê de, çawa dixazin bijîn, wê zelaltir bibe.

Zêyav Çiya

Hunera sînema li devê deriyê Kurdan dixe. Wê ne şaş be ku  em bêjin gelê Kurd di riya hunera dîtbîniyê de, dikare ji nû ve serweta dîroka xwe zindî bikin. Wê gavê armanca ku em di hindirê vê cîhanê de, çawa dixazin bijîn, wê zelaltir bibe.

Di zarokatiya min de li ber TVê rûniştin û li filiman guhdar kirin, li gorî gotinên bav û dayika min,   nexweşiya wê bi min ketibû. Ji mesafeteke nêz de li TVê temaşe kirin, ji bo wê yekê ji dersê xwe mayîn, her gav bûye sedema lêdan xwarina min. Dayik û bavê min bi çavê ku film tebîet û exlaqê zarokan xera dike bi hişiyariyan dixwestin min bînin rê. Lê belkî nedihat bîra wan ku, carekê bi tenê jî ji xwe bipirsin di riya van filman de ev zarok li çi digere.

Belê; em zarokê gelekî wisane ku idiyaya wî ya jiyanê ticarî bi bin ne ketiye. Di çar demsalê jiyanê de, em çavê xwe li ser dengê xwezayê û li ronahiya sibeha vedikin. Hestên me xwe radestî her demsalê dike da ku bi rêve bibe. Çavên me bi qasî ti bêje bese, tijiye ji xweşikahiya jiyanê. Li ser axa vî welatî dengê şer kêm ne bû ye, lê ticar me nexwestiye ku  em bibin serdest û me ticar ji şer hez ne kiriye. Xweza û mirovê vê axê dev ji dostaniya xwe bernedane, û  bi şêweyek azad û aşitiyane heya niha jî bi hev re  jiyan kirine. Ma ev rastî nehêjaye ku  di hunerê sînema de cihê xwe bigire.
Her ku em mezin dibûn û salên xwendinê giran dibûn, qedexa bav û dayika jî li ser temaşekirina TV jî zêdetir tund dibû. Lê ew ne çare bû. Me zaroka jî ji lîstikên xwe  film çêdikirn. Ji xeyalên xwe hevbestîn ava dikirin. Şert û mercên jiyaneke çawa em dixazin, me peyama wê dida. Em ne di wê zanebûnê de bûn bêka em li çi digerin,  lê hêzeke hundirîn xeyalê  me di wî temenî de dida axaftin. Belkî ji bo ku  Zimanê dîtbîniyê  di civaka me de hîna  lewaz bû, ticarî lîstokê me jî ji derdora me re balkêş ne dihatin.  Lewra ez hîna wê çaxê fêr bûm ku, temen jî biyaniyê dixe nava cîhana mirovan de.
        
Êdî dem pijiya ye ku em li pirsgirêkê xwe yê jiyanî, civakî û netewî bi çavê hunerî temaşe bikin. Û dem hatiye ku em devê deriyê xwe li hunerê sînema jî vekin. Ji ber ku sînema zimanê herî sivike ku, mirov di kîjan temenî de be bila bibe, di kîjan welatî de be  bila bibe, têgihiştina wan ji hev hesanî dike.  Û sînema dikare bi hesanî rastiya welat û gelê me bi cîhanê bide nasîn.

Lê  pêwîste em ji bîra nekin ku  gava em têkevin ser riya sînema de, em vê pirsê ji xwe bipirsin. Çima sînema? Sînema kurdî çiye? Çîrok û mijarê sînema kurdî pêwîste li ser çibin? Pêwîstiya kurd a bi sînemayke berê wê bi kuveke be heye? Emê Sînema xwe bispêrin kîjan rastiyê? Bersivdayina van pirsan  girîngiyeke wê ya jiyanî heye .
Yan jî… û bi teybet yan jî;  ku em ne di zanebûn û giraniya saheya vî hunerî de bin, em dest navêjinê de wê ji me re baştir be. Yan jî; ji gepeke ku di devan de were cûtin, emê wêdetirî wê ti tiştî qezenc nakin. Qezencê berde, tiştê ku heye jî emê wenda bikin. Sînema bi qasî ku saheya avakirina jiyan û mirova ye, di heman demê de hêzên deshilatdar  sînema kirine amûra çanda populizmê jî kirine Saheya bazirganiyê . Saheyeke wisa ye ku dikare buhayê nirxê çanda civakê ji cewherê wê derbixe. Ango pêwîste em nehêlin hêzên deshilatdar,  hunerê civak û gela bikin sîlahê  komkujiya çanda wan. Lewra pêwîste ticarî çavê sînemavanekî li hemberî vê rastiyê miç ne be.

Dibêjin  ku, ciwanek di rihê xwe de nebîne ku hêza wî têra fetihkirina cîhanê dike, bila ji xwe re nebêje ez ciwanim. Belê îdî heycana Ciwaniyê sînga min diqelaşt. Xeyala gewdê min li dû xwe dixirikand êdî. Rêka ku xwe li pêşiya min raxistibû ne diyar bû, lê ya ez jê bawer ew bû ku ez di riyeke rast de dimeşiyam. Edî min li filimên TVê temaşe nedikir, ji ber ku çavên min, filmê jiyanêke bê sînor dikşand. Ji xwe ew filmê ku heyî jî nema têra lêgrînên min dikerin. Bi dû tiştekî mestir. Ji ya heyî hîn mestir. Bayê ciwaniyê  min  di  nava pêlê jiyanê de wenda dikir. Le baweriyeke min hebû ku  huner dikare bibe rênasa jiyaneke rast ji  min re. Ez pir dereng nemam da ku ez vê yekê tesbît bikim. Ewe ku  Riya azadiya min di riya azadiya gelê min re derbs dibe.

Gava em di roja me ya îro  de tên û lê temaşe  dikin, em dibînin ku  pirsgirêka ku  xwe di bin  navê netewbûnê de derdixe pêş, rewşeke awarte bi xwe re diafirîne. Di despêkê de sînemeya ku çê bibe ji bo vî gelî nebe hêz, wî raneke ser piya û riya rast jê re ronahî neke, wê çaxê em dipirsin ji sînemager û derhênerê me yên kurd: hûn behsa kîja netewbûnê dikin. Nasnama her hunermendî gel, welat û civaka wî ye. Ger di nava gelê xwe de, parçebûna ku heye wernegerîne yekîtiyeke netewî bi hunera xwe, wê çaxê behskirina netewbûneke navnetewî jî vala ye. Netewbûnê berde, navê wê encex bibe ji rastiya xwe biyanî bûyin. Ji rastiye xwe reve. Netewa mirovekî hunermend gelê wî ye. Ji xwe hunereke bi ast be, gava ku ji destê hunermendekî derkeve netewbûna wê berde, gerdûn bûna wê heye.

Belê komkujiya çandî, hesab û siyasetên pergalên desthiladar,  xwe li ser rastiya komkujiya çandê avadike. Çanda gelê kurd çandeke zengîne, lê li gorî roja me ya îro li xwe zêde nekiriye û lewaz maye. Vê  lewaztiyê hiştiye ku çand û hunera kurdan, bibe mijara bazirganiya hêzên derve û hindir û hindek ji hunermendên me jî, amûra vê bazirganiyê ne.
Gelek  hunermendên me hene,  ji ber ku di zihniyeta wijdanî û exlaqî de serwext ne bûne, dibin xefka ji çand û hunera kurdî re. Sedemê vê yekê çiye? Ezê wê jî bêjim.  Ji ber  ku hunermendên me, bi navê netewbûnê ji  derve de li rastiya civaka kurda temaşe dikin. Ev jî dihêle ku tenê  pirsgirêka bibînin, lê nikaribin çareser bikin.
Min êdî riya xwe hilbijartibû. Çiya  bibû  Hêlîna jiyan û hunera min. Gava min asta lêgerînên xwe dipîva, min xwe di bîbikê çavên ku di riya azadiyê de qurumîne didît. Tişta ku barê min girantir dikir ew bû ku,  min cihê xwe di ekîba Xelîl Dağ ya sînema de digirt. Lewra ez neçar bûm ku ez li peravê ava Zapê  û di şikeftên wê de, xwe di asta felsefe û weke şopdarê doza Xelîl Dağ di aliyê hunerde avabikim. Sînemaya Xelîl Dağ; sînema zarokê netewa kurde ku, ji bo azadiya xwe derketine serê çiya.

Hin sînemevanên me wisa kirine ku, em çiqa bigirîn û bipûnijin di filmên xwe de, emê bi sînema xwe karibin bikevin çavê diniyayê. Lê hûn nizanin, ew çiqas destê xwe di ser serê me de bibin û bînin,  ji xwe  xwe re, dibêje başe, başe. Heya ku hûn evbin ji we tiştek dernayê. Heya hûn ev bin ez ji we natirsm. Tiştê ku derhenerên me dikin, ne kêmî ya wa ye. Li ser nirxên vî gelî di heman demê de, ew jî bazirganiyê dikin. Di israrkirina nasnama kurdê reben û hejar de, êşê vî gelî difroşin. Bihayê vê yekê jî xelat û şuhretê.  Hin derhêner jî, tarîqat û ol dikin amûrê siyasetên xwe yên qirêj. Ango her yek di riya hunerê de dixwaze ku berê kurda bide xwe. 

Sînemeya Behmend Gobadî di alî hûner û estetîkê de xwedî hêze. Lê şensê kurda nîne ku forsa huner ji bo hunerê  bkirin.  Lê gava ti li rastiya civaka kurd temaşe dike, ti bi pirsgirêka re rû bi rû tê. Ji bo vê Hunera me neçare ku bibe çareseriya birînên vê civakê. Mînak di filmê kîsojî difirin de, Behmend Gobadî di ropurtaceke xwe de ji bo agirî dibêje kurdistana mine. Di wî filmî de, Agirîna ku di asta  kurdistanê de tê nirxandin, di tecawizê re derbas dibe. Heqaret lê tê kirin. Hêviya jiyanê tê de ziha bû ye. Ji jiyanê nefret dike û naxaze ku jiyan bike. Di dawîde  Agirîna ku kurdistan Gobadiye intîhar dike. Yanî tê gotin ku sînemeya kurd û kurdistanê  dawiya wê İntihare; mirine.

Ylmaz Guneyî di sînema xwe de dibêje ku tekoşîn li kuderê be em li wirin. Xelîl Dağ jî di filmê Bêrîtan de dibêje: eger pêwîst bike emê ji bo azadiya xwe, xwe ji zinarên bilind bavêjin. Rêziknama sînemaya  herdû derhênera ku, di dîmenê xwe de anîne ziman xelatên xwe ji dilan girtine. Xelatên dilê kurdistaniya. Ango  pêwîstiya sînemeya gelê kurd bi intîharê ne maye.

Êdî di Kurdistanê de, ti hunermend, nikare hilperîna azadiya gelê kurd inkar bike. Ger ku îro behsa hunerê jî tê kirin mîrasa ku sîh û pênc salên ku bi xwîna zarok û hêsrên dayikên hatiye avdane. Lewra pêwîste ku em bi hunera xwe ji vê rastiyê ticarî biyanî ne bin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib