Saturday, September 22, 2012
Filled Under: FÎLMÊ BÎYANÎ, NÛÇE, SÎNEMAYA BIYANÎ
Vê hefte 4 fîlmên nû; Temenê evînê sê sale, Hirç Teddy, Lêxe-Bireve û End of Watch
By
Serbûriyek
Dated
6:25 PM
Vê hefte di vîzyonê de 4 fîlmên balkêş hene.
Temenê evînê sê sale
Romana navdar a bi navê Temenê evînê sê sale (L' Amour dure trois ans) Frédéric Beigbederê bû fîlm. Lê derhênerê fîlmê jî Frédéric Beigbeder e. Di fîlmê de behsa jiyana evînî ya rexnegirê wêjeyê Marc Marronnier'ê tê kirin. "Temenê evînê sê sale" fîlmeke bikêf û romantîk ku ser têkîlî, evîn û jiyanê disekine.
Di rolên sereke de Louise Bourgoin, Gaspard Proust û Jonathan Lambert hene.
Di fîlmê de di navbera Marc û keçika bi navê Alice'de evîn destpêdike lê Alice rastî pirtûkek ku îdda dike ku evîn herî zêde 3 sal didome hatiye û vê yekê bawer kiriye. Ka gelo tirsa Alice rast an na? Ma bi rastî jî evîn 3 sal didome?
Hirç Teddy
Afirênenderê fîlmê karton a navdar ‘Family Guy’ ku bi mesajên xwe yên polîtîk ên neyekser tên nasîn Seth MacFarlane di fîlma xwe ya pêşîn de tam çîrokek "li gor xwe" vedibêje.
Di fîlmê de berha macerayên John Bennett a 35 salî ku hê "mezin" nebûye û hirça wî ya pir kufurbaz a pêlîstok ku dibe zindî tê kirin. Fîlm gellek rexneyên baş girt. Fîlmeke pêkenînî û bikêf li benda we ye.
Her wiha hûn dikarin fîlmê bi navê "Lêxe, Bireve"( Hît&Run) Dax Shepard, David Palmerê û fîlmê bi navê "End of Watch" a David Ayer di sînmeyan de bibînin. (HAWAR NET)

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment