Ad (728x90)

Monday, January 5, 2015

Fîlmê aksiyon ê mexdûran! EXODUS


Fîlmê aksiyon ê mexdûran! EXODUS
 
Filmê „Exodus: Xweda û Kral“ bi tevlîhevkirina dîroka kevn û nû xizmetê ji polîtîkayên “mexdûrbûnê“ yên ku serdestên cihû di tevahiya dîrokê de serî lê didin. Di hin sahneyên filmê ku jiyana Hz. Mûsa nîşan dide de mirov dibêje belkî yê diaxife ne Ramsese, Adolf Hîtler e an subayekî naziyan e. 

HawarNet 
05 Çile, 2015

Fîlmê derhêner Ridley Scott ê bi navê „Exodus: Xweda û Kral“ di dawiya sala 2014’an de kete vîzyonê. Di fîlmê ku cîh dide gelek beşên Tewratê de pêvajoyên girîng ê jiyana Hz. Mûsa tên vegotin. 

Bi platoya hatiye avakirin, kostûm û tevgera heyî bi carekê re temaşevan dikevine atmosfera şaristaniya Misir a Antîk a beriya sê hezar sal. Bûyerên di Tewratê de derbas dibin dema derbasî dîtbariyê hatine kirin re fîlm bi gelek sahneyên tije aksiyon hatiye xemilandin. Vergerîna çemê Nîlê ji xwînê, dagirkeriya beqan, dagikeriya mêşan, mirina heywanan, belavbûna xweşiyan, dagirkeriya kuliyan, belaya tarîtiyê, mirina zarokên yêkemîn ku di Tewrat û Ahît a Nû de mîna bela û xezebên xwedê bi ser Misirê de şandine tên vegotin bi dîtbarî û efektên ku sînorê hiş û axilê mirov derbas dikin re tên pêşkêş kirin.  Mijar-mucîzeya şeqitîna Deryaya Sor  bi şêwazekî aqilane mîna pêkhatina „med-cezîr“ê tê nîşandan. Lê dîsa jî mirov matmayî dihêle. 

Ferzkirina Tewratê  
Par di van deman de fîlmekî din ê bi heman şêweyî dihate guftûgo kirin. Fîlmê Darren Aronofsky yê bi navê „Nûh: Tofana Mezin“ jî mîna „Exodus: Xweda û Kral“ referansa bi tenê Tewrat e. Bi van fîlmên ku ji bo kişandin û weşandina wan butçeyên bêhempa tên pêşkêş kirin pirsa tê hişê mirov eve: Gelo bi rêya sînemeyê Tewrat li tevahiya cîhanê tê empoze kirin?

Ji aliyekî ve Tewrat refansa bi tenê ye ji aliyê din ve jî bi tevahî ev film xistina bin xizmeta polîtîkayên „mexdûrbûnê“ yên serdestên Cihû bi hezarên salan dimeşînin û dewleta Îsraîlê jî mîna rêbaz hilbijartî ye.  

Bi teknolojiya serdema me re gelek rudan û mija henek ku xizmeta vê polîtîkayê bikin. Bi projeyên li ser zalim ê dîrokî yên mîna Nemrût, Firavûn, Hîtler  mîna fîlmê „Exodus: Xweda û Kral“ bi tevlîhevkirina bûyerên kev û yên nû wê amûreke mîna sînemeyê gelek caran bikar bînin. 

Misira Antîk e, an Almanya Nazî ye?
Heger dekor û kostum werin guhertin mirov yekser dikare bibêje ku bûyer ne li Misir a Antîk lê li Almanyaya Naziyan derbas dibe. Komkirina laşên mirovên cihû yên hatine qetilkirin, şewitandina wan ji derbaskirina bûyerên beriya 60 salî li Almanyaya Nazî ya Misira Antîk a beriya sê hezar sal pêde nayên ti wateyê. Bi agahdarkirina Ramses a ku Mûsa Cihû ye tirîpên ku Ramses dikevê nav û tehdîdên îtîrafkirina „rastiyê“ mirov dikevê nava dudiliyê gelo yê diaxife Ramses e an nijatperest û faşîst Adolf Hîtler/subayekî Naziyan e?

Pîrtûkên olî û dîroknas hemfikirin ku Mûsa ji bo sazkirina aramiya herêma başûrê Misirê ji aliyê sarayê ve hatiye wezîfedar kirin. Di dema li wir de rêveberekî Misirî dema eziyetê li mirovên wî dike Mûsa jî wî rêveberî dikûje û ji Misirê direve. 
Lê belê fîlm li ser „fêrbûna“ Ramses a cihûbûna Mûsa hatiye saz kirin. Ji ber ku Mûsa Cihû ye mirin heq kiriye û li çolê terkî mirinê kirine.  Ji bo bandorkirina mirovên serdema me pêwistî bi karanîna argûmeneke mîna „nijatperestî“ ya ku nexweşiya herî giran a serdema me ye dîtine. Bi vê rêbazê jî diyare digihijin hedefa xwe. 
Dîsa Mûsa piştî mayîna 9 salan li çolê vedigere Misrê û artêşeke gerîla avadike û mîna têkoşînê rizgariyê yê sedsala 19. li dij rejîmên faşîst û dîktaroriyel tevdigere. Lê belê di pirtûkên pîroz tevan de tê gotin ku Mûsa hewl dide Ramsesê Firewn û qewmê wî islah bike. Banga li wan dike, mûcîzeyan nîşanî wan dide. Her ku li ber xwe didin xezebên xwedê mîna feleketan tên serê wan da werin rêya rast. Lê belê ji ber ku islah nabin pêşengiya gelê xwe dike û Misirê di terikînin. Ramses ku plan dike li kêleka Deryaya Sor tevan bikûje bi mûcezeya şeqîtîna deryayê helak dibe. Ti pirtûk û dîroknas qal nakin ku Mûsa li Misirê artêşê ava dike, tev hemfikirin ku piştî dikevin rê artêşê avadike û ji bo yekîtiyê biparêze rêxistinbûyînê pêk tîne û 10 emir ên navdar jî di vê pêvajoya dirêj a rêwîtiya 40 salî de pêk hatine. 

Xweda mêr e!
Di fîmê „Nûh: Tofana Mezin“ de xwedê di sûretê mar de bi Nûr re diaxifî. Lê vê carê xweda di sûretê lawikekî zarok de didin axaftin. Ji axaftinê wêdetir beşên Tewratê bi wî tînin zimên. Mîna mêr nîşandana xwedê gelo encameke têgihiştin û bandorên desilatdariya cinsparêz a mêr e, an tercîheke domkirina ji jiyanên dûr hiştin, tine hesibandina jinê ye nayê zanîn lê di fîlm de jin tune ne. Her tişt mêr e, heta bi xwedê jî…

Mûsa, Harûn, Şuayb
Di dema Hz. Mûsa de navê du pêxemberên din jî di pirtûkê pîroz de derbas dibe. Birayê Mûsa Harûn û serkarê qebîleya Ereb a li herêma Medyen a di navbera Urdun û Erebîstanê de Şuayb e. Di rastiyê de xwediyê fikr û rêxistinbûyina tirakindina Misirê Harûn e lê belê ji bo vê yekê pêwistiya wan bi fermandarekî heye. Ew jî ji birayê wî Mûsa yê di saraya Firewn de hatiye perwerdekirin pêde ne kesekî din e.  Şuayb ê li gora Kur’anê jî pêxember e, Di têgihiştin, perwerde û kesayeta Mûsa de xwedî roleke mezin e. 

Şuayb di Tewratê de bi navê „Yitro“ derbas dibe û tê îdîakirin ku  ew jî ji qewmê îsraîl e, yanî Cihû ye. Keçawî Tsipora (bi kurdî Safura tê gotin) bi Mûsar re dizewice û bi navê Gerşom û Eliezer du lawê wê çêdibin. Tê îdîa kirin ku dema vegerê Şuayb, Tsipora û her dû lawên wî jî beşdarî wan dibin. Lê rastî berovajî vê yekê ye ye. Ji ber ku jina Mûsayê qewmê Cihû ji koledariyê û zilma Firewn rizgar kir ne Cihû ye li rasta cudakarî û muameleyên xirab tê. Çarenûsa wê dibê çi tam ne diyar e…

AZÎZ OGUR
GOTAR SÎNEMAYA BIYANÎ

Thursday, December 25, 2014

Li Amedê Rojên Fîlmên Kurdî


Li Amedê Rojên Fîlmên Kurdî
 
Li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî Mala Sînemayê û Koma Sînemaya Kurdî bi hev re li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin.
HawarNet 
25 Kanûn, 2014

Mala Sînemayê ku li Başûr karê sînemayê dike û Koma Sînemaya Kurdî ku di bin banê Weqfa İsmail Beşikçî de xebatên sînemayê kurdî dimeşîne bi hev re li herdû şaxên Weqfa İsmail Beşikçi Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin. Bername bi şiyara gotina Yılmaz Güney; ‘sînemya awayek serhildanê ye’fîlmên Başûr li Stenbol û Amedê nîşan dide. 

Di çalakiyê de hewl bê dayîn ku bal bikşînin berxwedana Kobanê ku ev sed rojê derbas kirî ye. Bernama li Stenbolê ku li terasa Weqfa İsmail Beşikçi were li dar xistin di êvara 26 vê mehê dest pê bike û di 27 û 28’ê mehê jî bidome..
FESTÎVAL hn1 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Tuesday, December 23, 2014

"Sînemaya Kurdî dema xwekifşkirinê de ye"


"Sînemaya Kurdî dema xwekifşkirinê de ye"
 
Di bin bana Weqfa İsmail Beşikçi de di sala 2012’an de Koma Lêkolînên Sînemaya Kurdî hat avakirin û her hefte fîlmên kurdî nîşan didin. Bi awayek valahiya sinemaya kurdî li Stenbolê tije dikin..

9 HEVPEYVÎN SÎNEMAYA KURDÎ

Friday, December 12, 2014

10 lîstikvanên jin ên herî baş ên 2014'an


10 lîstikvanên jin ên herî baş ên 2014'an
 
Malpera IMDB'yê bi dengên bikarhênerên xwe 10 lîstikvanên jin ên herî baş ên îsalê hilbijart. Lîste wiha ye:

HawarNet 
28 Kanûn, 2014

Li gor IMDB'yê 10 lîstikvanên jin ên herî baş a 2014'an




10. Eva Green

9. Emma Stone



8. Rosamund Pike



7. Chloe Grace Moretz



6. Nicola Peltz



5. Scarlett Johansson



4. Emilia Clarke


3. Margot Robbie


2. Jennifer Lawrence


1. Shailene Woodley
.
3 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, December 10, 2014

Xelata Filmê Herî Baş ji bo filmê ‘Li Ezmanî’ hat dayîn


Xelata Filmê Herî Baş ji bo filmê ‘Li Ezmanî’ hat dayîn 
 
Şagirta Aram Tigran Ozlem Guler bi kurtefîlma xwe ya bi navê ‘Li Ezmanî’ ku tê de behsa Robînê biçûk ê ku li ezmanan li bavê xwe yê bûye qurbaniyê kuştinên kiryar nediyar digere Xelata Fîlmê Herî Baş wergirte.
HawarNet 
10 Kanûn, 2014 (Gor Dema Kurdistanê) 

Kurtefîlma yek ji şagirtên Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozlem Guler ku wekî teza bidawîkirina konservatuarê amade kiribû li Stenbolê xelat wergirt. Kurtefîlma Guler a bi navê ‘Li Ezmanî’ di 26’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di beşa ku hat nîşandan de Xelata Fîlmê Herî Baş wergirt.

976 FÎLM SERÎ LÊ DAN

Mîhrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku di nav mîhrîcanên kurtefîlman ên navneteweyî yên li Tirkiyeyê pêk tên de xwedî cihekî taybet e berî çendekê cara 26’emîn hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de di beşên sêwirî, belgefîlm, bercesteyî û ezmûnî de  ji Tirkiyeyê 237 bi tevahî 976 fîlm serlêdan kiribûn. Ji bilî serlêdanên şexsî ji Fransayê UNIFRANCE, ji Polonyayê Krakow Fîlm Foundatîon, ji Almanyayê Goethe Instîtut, ji Holandayê Eye Fîlm Instîtute, ji Îtalyayê Roma Fîlm Festîval, ji Îspanyayê Instituto Cervantes ji di nav de ji aliyê saziyên wiha ve kurtefîlmên hatibûn niqandin jî di herka bernameya mîhrîcanê de hatin nîşandan. 

LIJNEYA HILBIJÊR

Fîlmên ku serî li beşa pêşbirkê ya ku di nav bernameyê de bû, xistibûn ji aliyê lijneya hilbijêr a ku di nav de Tul Akbal Sualp, Bîngol Elmas, Lamîa Karaalî, Firat Sayici, Emre Tepegoz, Alper Turgut, Yasîn Alî Turkerî, Gorkem Yeltan ve hatin temaşekirin. Lijneya hilbijêr fîlmên xwecihî û xelatên ku dê di vê beşê de were dayîn diyar kir.

ROBÎN LI BAVÊ XWE DIGERE

Di mîhrîcana îsal de di beşa sêwirî de Xelata Fîlmê Herî Baş bi kurtefîlma xwe ya bi navê ‘Li Ezmanî’ derhêner Ozlem Guler a ku yek ji şagirtên Konservatuara Aram Tîgran e wergirt. Kurtefîlma ku Guler hem senarîstî û hem jî derhêneriya wê kiriye de,Mîdas Muhammed, Maruf Kaşikçioglu, Nurşen Temel, Rabîa Şîlan Alagoz û Eylem Ozden Guler dilîzin. Di fîlmê ku Robînê hêj di hemla diya xwe de bûye bavê wî ji bûye qurnabiyê kuştinên kiriyar nediyar û li ezman li bavê xwe digere tê vegotin. Robînê biçûk di rêya dûxan, çûk, bafirok, name, tirs û nêrînên xwe ve digere. Filmê ku şêwirmendiya projeyê ji aliyê derhêner Zeynel Dogan ve hatiye kiriye 7 deqe ye û zimanê wê jî kurdî û tirkî ye.

Ozlem Gulerê ku vê kurtefîlmê wekî teza bidawîkirina perwerdeya xwe ya du salî ya li konservatuarê çêkiriye diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku xelat wergirtiye. Guler diyar kir ku ew dixwaze di warê sînemageriyêd e xebatênx we bidomîne. Guler dê xebatên xwe yên di warê sînemayê de dê di bin banê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bidomîne..
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Tuesday, December 9, 2014

Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe


Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe
 
Ji bo cara yekê di dîroka sînemaya kurdî û festîvalên cîhanê de derhênerekî kurd dê bi navê Kurdistanê tevlî yek ji mezintirîn festîvalê cîhanê ya bi navê “Golden Globe” dibe. 

HawarNet 
09 Mijdar, 2014  

Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, ku welatiyê amerîkî û li bajarê Los Angelesê dijî, dê bi fîlma xwe ya bi navê “Mûmek, Du Mûm” beşdarî festîvala Golden Globe bibe û bi derhênerên din re li ser xelata festîvalê hevrikiyê bike. 

Derhêner Cano Rojbeyanî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî li ser navê Kurdistanê tevlî festîvala Golden Globe dibe û wiha anî ziman:

“Festîvala Golden Globe ku xelata wê di asta xelata Oscarê de ye, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî vexwend festîvalê. Destpêka ji min re gotin fîlma te dê li ser navê Iraqê beşdarî festîvalê bibe lê min ev qebûl nekir û min daxwaz kir fîlma min li ser navê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Ji ber ku Kurdistan dewleteke serbixwe nîne destpêkê qebûl nekirin û ji min re gotin li ser navê Amerîkayê tevlî bibe. Lê min qebûl nekir û ez li ser navê Kurdistanê rijd bûm. Di dawiyê de komîteya festîvalê qebûl kir.”





Rojbeyanî anî ziman ku fîlma wî par jî ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerên Dîtbarî ya Amerîkayê ve hatibû vexwendin lê Wezareta Kulturê ya Iraqê bersiva nedabû daxwaziya akademiyê ji ber wê jî wî nexwest li ser navê Iraqê beşdarî festîvala Golden Globe bibe. 

Fîlma kurdî ya “Mûmek, Du Mûm” (One Candle, Two Candle) par li Hollywoodê û New Yorkê hat nîşandan. Di fîlmê de çîroka jiyana keçeke kurd tê gotin ku dixwazin bi zorê bidin mêr. Fîlm li Herêma Kurdistanê hatiye kişandin. 

Fîlma “Çaplînê Çiya” (Chaplin of the Mountains) a Can Rojbeyanî jî di medyaya Amerîkayê de gellekî deng vedabû. Fîlma “Jiyan” a Rojbeyanî jî ku behsa komkujiya Helebceyê dike, gellek xelat standibû. 

Derhêner Cano Rojbeyanî eşkere kir ku dest bi kişandina rêzefîlmekê jî kiriye û da zanîn, dê rêzefîlma xwe sibê (10ê Kanûnê) li Herêma Kurditanê bide nasîn. Navê rêzefîlmê “Mala Hêviyê” ye. 

Di festîvala îsal a Golen Globe de ji 39 welatan 53 fîlm dê hevrikiyê bikin. Xelatên festîvalê roja 12ê Kanûna îsal tên dayîn. 

Festîvala Golden Globe her sal ji aliyê Komeleya Çapemeniya Biyanî ya Hollywoodê ve tê lidarxistin.




FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, December 3, 2014

“Kilama Dayîka Min” ket vîzyonê


“Kilama Dayîka Min” ket vîzyonê
 
Fîlma derhênerê kurd Erol Mîntaş a bi navê “Kilama Dayîka Min” li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Fîlm kurdî û tirkî hatiye kişandin û di festîvalên navdewletî yên mîna Saraybosnayê û Altin Portakalê de xelat standiye.
HawarNet 
22 Mijdar, 2014 Weşandin:0116 (Gor Dema Kurdistanê) 
Fîlma derhênerê kurd Erol Mîntaş a bi navê “Kilama Dayîka Min” li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Fîlm kurdî û tirkî hatiye kişandin û di festîvalên navdewletî yên mîna Saraybosnayê û Altin Portakalê de xelat standiye.

Fîlma kurdî-tirkî ya derhênerê kurd Erol Mîntaş ku heta niha gellek xelat standiye, li 12 bajarên Tirkiyeyê ket vîzyonê. Derhênerê fîlmê Erol Mîntaş li ser fîlma xwe  got ku di çanda kurdan de cihê stran û kilaman gellekî girîng e û wiha peyivî:

"Wan salên ku stranên kurdî hatibûn qedexekirin, ew ji bo kurdan mîna qêrînekê bûn. Kurdan gellek caran bi van stranan dengê xwe gihandin dinyayê. Bi van stranan di dilê merivan de dîsa ji bo jiyanê hêvî çêbû. Van stranan jiyana me motîve dikir."

Mîntaş diyar kir ku li bajarê Qersê zarokatiya wî bi guhdarkirina dengbêj û hozanan derbas bûye. Di van demên dawîn de di gellek fîlmên kurdî de deng û kilamên kurdî tên bikaranîn û wiha dewam kir:

"Me bi saya stranên Radyoya Yêrîvanê yên xweşik, çîrokên ku dayîk û bavê min ji me re digotin, zimanê xwe parast. Paşê dema ez ji malbata xwe dûr ketim û min koçî bajerên mezin kir dîsa ew stran û dengbêj bi kêrî min hatin."

Derhêner Mîntaş da zanîn ku fîlma wî bi 45 kopyeyan li 12 bajaran tê nîşandan. Mîntaş ji hemû Kurdan bi taybet sînemahezan xwest, li fîlma wî temaşe bikin.

Fîlma Kilama Dayîka Min, di 51emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê a Navneteweyî de çar xelat wergirtibû. Ew jî xelatên "Fîlma Ewil a Herî Baş", "Mûzîka Herî Baş", "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş" bûn.

Fîlm di payîza 2013an de li Stenbol û Bazîdê hat kişandin. Fîlm behsa jiyana dayîkek û kurê wê dike ku ji ber projeya jinûve avakirina Tarlabaşiyê mejbûrî koçkirinê dibin.

Di fîlmê de rolên sereke Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cavadzade dileyîzin. Lîstikvanên din jî Azîz Çapkûrt, Ferît Kaya û Cuneyt Yalaz in.

Derhêner Mîntaş da zanîn ku fîlma wî bi 45 kopyeyan li 12 bajaran tê nîşandan. Mîntaş ji hemû Kurdan bi taybet sînemahezan xwest, li fîlma wî temaşe bikin.

Fîlma Kilama Dayîka Min, di 51emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê a Navneteweyî de çar xelat wergirtibû. Ew jî xelatên "Fîlma Ewil a Herî Baş", "Mûzîka Herî Baş", "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş" bûn.

Fîlm di payîza 2013an de li Stenbol û Bazîdê hat kişandin. Fîlm behsa jiyana dayîkek û kurê wê dike ku ji ber projeya jinûve avakirina Tarlabaşiyê mejbûrî koçkirinê dibin.

Di fîlmê de rolên sereke Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cavadzade dileyîzin. Lîstikvanên din jî Azîz Çapkûrt, Ferît Kaya û Cuneyt Yalaz in..
8 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Thursday, November 13, 2014

Fîlmeke nû ya Kurdî: Galaya "Were Dengê Min" pêk hat

Di Rojên Fîlman a Axtamarayê de gala fîlma Were Dengê Min a ji hêla Huseyin Karabey ve hatiye kişandin galaya wê hat lidarxistin.

Bi pêşnegiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê serokatiya daîreya çandê û komeleya akademiya sînemayê a Rojhilata Navîn bi dirûşma "Axtamaran RojAva dibe" hate lidaristin.


Di Rojên Fîlman a Axtamarayê de, fîlma Were Dengê Min bi serpêhatiya pîra Berfê û neviya wê Jiyan, ji bo kurê xwe yê binçavkirî xelas bike dixwaze çek bibîne.

Galaya fîlma Were Dengê Min hat lidarxistin. Galaya ku li navenda çandê ya Nûda hate lidarxistin de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, rêveberên DBP'ê û lîstîkvanên fîlmê tevlî galayê bûn.

Lîstikvana fîlmê ya bi navê Ferîde Gezer a dayika Berfê dilîze diyar kir ku cara yekam e ku fîlmek li Wanê bi temaşevanên xwe re tê ligel hev û kêfxweşiya xwe anî ziman. Gezer anî ziman xwestiya êşên ku gelê kurd jiyaye di fîlm de vebêje.


Derhênerê fîlmê Huseyîn Karabey diyar kir ku fîlm piştî erdheja Wanê, pêvajoya diyalogê û pirsgirêka gelê kurd dest bi fîlmê kirine. Karabey anî ziman ku ji ber ku lîstikvanan serpêhatî weke serpêhatiya xwe ditiye û tişta ji wan hatiye kirîne.




NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Çîroka gihandina kasetên bi Kurdî di salên 1990î de: Mast

Çîroka gihandina kasetên bi Kurdî di salên 1990î de: Mast

Fîlma bi navê Mast a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate kişandin û pêkûtî, çewisandin û polîtîkayên asîmîlasyonê yê dewletê yên di salên 1990’an de yên li hemberî gelê Kurd vedibêje hate temamkirin.


Fîlma ku du hefteyan hate kişandin li gelek tax û gundên Cizîrê hate kişandin. Di fîlma ku derhinêriya wê Tahsîn Ozmen dike de Fîdan Yeter lîstikvaniyê dike. Fîlma Mast çîroka Alî yê ku ji ber polîtîkayên şer ên dewletê yên li dijî gelê Kurd, qedexeya stranên Kurdî jî hebû hewl dide kasete Kurdî bigihîna kalê xwe vedibêje.

Ji bo serwextkirina nişfên nû
Derhêner Tahsîn Ozmen der barê fîlmê de diyar kir ku xwestine zor û zehmetiyên ku gelê Kurd ji ber feraseta faşîst têkoşîna parastina ziman û rastiya xwe daye bi riya sînemayê vebêjin. Ozmen ê ku nirxandina “ji nifşên pêşerojê re divê bi her awayî paşerojê bidin hîskirin” kir ev tişt anî ziman: “Têkoşîna azadiya Kurd di dîroka xwe de her tim Cizîrê bi Binevş û Bêrîvanan sekneke şeroşger û radîkal nîşan daye û bi vê nasnameya xwe ve bûye aynika Kurdistanê. Ji ber vê yekê kişandina fîlmê li Cizîrê xwedî wateye cuda ya girîng e.”
Ozmen ê ku nirxandina “gelê me yê ku dewletê her tim berê çekên xwe zivirand wan, me jî berê kamerayên xwe da wan” kir got ku bi vê zanebûnê derketine rê û xwestine paşerojê bibînin û bigihînin roja îroyîn.

Lîstikvanên dildar 
Ozmen anî ziman ku kesên di fîlmê de lîstîne, kesên dildar in û berê lîstikvanî nekirine û wiha berdewam kir: “Gelê me yên ku dîtin em fîlma bi Kurdî dikişînin deriyên xwe me re vekirin. Li hemû kolanên ku em çûn mirovan heta ji destên wan hat alîkarî dan me.”
Fîdan Yeter a ku di fîlmê de lîstikvanî kir jî nirxandina “temenê me çend be bila be, salekî 90’an a hemû Kurdan heye” kir jî anî ziman ku dîrokeke bi êş di hişê Kurdan de heye û wiha berdewam kir: “Belkî jî bi êş be jî em ê nexwezin dîroka xwe ya tijî êş bi bîr bixin. Ev baş tê zanîn ku yên ku paşerojê xwe ji bîr dikin nasin xwedî siberojê jî. Têkoşîna gelê Kurd çiqas tijî têkoşîn e ewqas jî tijî êş û mirin e.”
Yeter got ku kişandina fîlmê li Cizîrê jî xwedî qîmete ku cuda ye û axaftina xwe bi gotina “ji ber li her kolanên ku em derbas dibin de bîranînek û tiştekî hatiye jiyîn hey” bi dawî kir.

 CENGÎZ OGLAGI/DÎHA/ŞIRNEX
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Friday, November 7, 2014

Mîhrîcana belgefilman li Amedê dest pê kir

 7'min mîhrîcana belgeflîman bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke kolektîf hûn jî dikarin tiştek bikin" bi pêşengiya Komeleya Duçerxan a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Jingehê ve cara yekem li Amedê dest pê kir.


7'min mîhrîcana belgeflîman bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke kolektîf hûn jî dikarin tiştek bikin" bi pêşengiya Komeleya Duçerxan a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Jingehê ve cara yekem li Amedê dest pê kir. Mîhrîcana belgefilman bi tevlîbûna filmhezan li Navenda Çanda û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn a Amedê bi filmên "Taxa Aştiyê" û "Hatiye li xwe kirin" hat vekirin.

Piştî temaşekirina filman di derhekê filman de Engîn Çuban ku di organîsayona jingehê cih digirê axaftinek kir. Çuban diyar kir ku di her filmê de rastiya pergalê û jiyanê heye û armancan wan ewe ku rastiyê bidin nişandan. Çuban, li ser pergala kapîtalîzmê rawestiya û wiha anî ziman: "Armanca me ya herî rastî ew bû ku temaşevan dema ku filman temaşebikin rastiya jiyana ku tê de dijin his bikin û rastiya kapîtalîzmê bibinin."

Piştî axaftina Çuban di di navbera temaşevan û organîzyonan de derhênerê filman de sohbet hat kirin. Mîhrîcan heya 8 û 9'ê mîjdarê bi filmên cuda dê bidome.
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Interstellar: Di galaksiyek din de ava kirina cîhaneke nû...




Û... "Interstellar" kete vîzyonê

Li ser rûyê erdê bêavî zêde bûye û di avhewayê de guherînên mezin çêdibin. Hebûna mirovan û dinya dikeve talûkeyek mezin.
Di vê navberê de, qulika kurmika hatiye kifşkirin û ev jî ji bo mirovahiyê dibe hêviyek. Komek astronot hewl didin ku ji vê qulikê derbas bibin û ji bo jiyanê cihên nû kifş bikin.

Di cihê nû de, seetek dike heft seetên dinyayê û divê kaşîf him bi lêzgînî tevbigerin, him jî bi
wêrekî.







Derhênerê fîlma Interstellar (Di navbera stêrkan de), derhênerê Îngîlîz Christopher Nolan(Kirîstivi Nolin) dike. Matthew McConaughey(Metîuv Mikanegey) , Anne Hathaway(Een Hetiwey) û Jessica Chastain(Cesîka Şistiin) lîstîkvanên fîlmê ne. Fîlm wek cureya drama û xewnezanistî hatiye kişandin.Gelek hezkirinê fîlmê li hêviya vê fîlmê ne.



Fragman
 
14 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, October 1, 2014

Ji dîroka sînemaya Kurdî: Fîlma "Çav"

Ji dîroka sînemaya Kurdî: Fîlmê "Çav"

Fîlma derhenêrê kurd Cemîl Rostemî çîroka malbateke çîna naverast vedibêje ku jin û mêr ji ber jiyanên xwe yên meşxul ji hev dûr dikevin. Zhuan li ser dengbêjên kurd doktora dike û da ku dengên wan tomar bike li dû wan digere. Ji ber vê xebatê ew ji mala xwe dûr dikeve.


Bardiya fîlmsazek e û jê adiz dibe ku jina wî ji ber lêkolîna xwe nayê malê. Dema ku jinik vedigere malê dibîne ku mêrê wê jê sar bûye.

Bardiya li ser fîlmeke nû dixwebite û dike ji xwe re lîstîkvaneke jin hilbijêre. Her ku Bardiya bi hilbijartina lîstîkvanan mijûl dibe Zhuan jî şik û guman dike gelo mêrê wê digel jinikeke din be.

Nasname
Derhêner: Jamil Rostami
Lîstikvan: Mehdi Ahmadi , Ladan Mostafi , Nazanin Farahani , Siyavash Cheraghipoor , Hamid Sharifzadeh, Afsaneh Pakroo
Rojhilatê Kurdistanê / 2010 / 90xulek / Farsî û Kurdî (Kurmancî)

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Tuesday, September 30, 2014

Dê kîjan hunermend beşdarî Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê bibin?

Serlêdanên 2'emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya "Azadiyê" ji bo Rojava tê çêkirin qediya. Îsal nêzîkê 150 fîlmên di beşên cur bi cur ji bo pêşbirkê hatin. Mêvanê îsal ê Fîlm Amedê jî derhêner û lîstîkvanê navdar Kadîr Înanir e.

Amedehiyên Mîhrîcana Fîlmên Navteteweyî ya Amedê ku ev cara duyemîn tê lidarxistin hêdî hêdî bi dawî dibin. Mîhrîcana Fîlm Amed ji bo bipêşxistina huner û hişmendiya hunerê ya fîlman çêdibe li ser xeta azadîxwaz û civaka demokratîk armanc dike. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wek Peyas, Rezan û Sûrê tê lidarxistin dê îsal di navbera 27 Cotmeh-2'yê Sermawezê de pêk bê. Di mîhrîcana îsal de çand û hunera kurdan, erdnîgariya Kurdistanê jî dê bê danasîn. Ligel vê yekê di vê mihrîcanê de gelek panel, semîner, pêşangeh, gotubêjên bi derhêneran re û atolye jî bên çêkirin û nîşandana fîlman dê ji gel re vekirî be.

Sedî 50 derhênerên jin serî lê dan

Serlêdanên 2'emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya "Azadiyê" ji bo Rojava bê çêkirin jî bi dawî bû. Nêzîkê 150 film serî li Mîhrîcana FilmAmed'ê da. Gelek dernêner, bi belgefîlm, kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj, anîmasyonê serî li mîhrîcanê serî lê dan. Selêdana fîlman herî zêde di beşa belgefîlman de çêbû û ji gelek bajarên wek Tehran, Duhok, Kermanşah, Mehabad, Hewlêr û bajarên her çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê de fîlm ji bo pêşbirkê hatin şandin. Di heman demê de sedî 70 fîlmên ku ji bo pêşbirkê serî lê dane jî bi zimanê kurdî ne. Her wiha ji sedî 50'î derhênerên ku serî lê dane jî jin in.

Kadîr Înanir mêvanê taybet ê îsal e

Mêvanê taybet ê îsal jî derhênerê ku bi fîlmên "Katircilar", "Utanç" û "Selvî Boylum Al Yazmalim" tê nasîn û di demên dawîn de li ser kêşeya kurd gotinên balkêş dike Kadîr Înanir e. Di mihrîcana îsal de gelek mêvanên surprîz yên navdar jî hebin û di demeke kurt de juriyên mîhrîcanê jî aşkera bibin. Gelek fîlmên ku serî lê dane jî dê galaya wan cara yekemîn di vê mîhrîcanê de werin çêkirin.

Fîlmên ku bikevin pêşbirkê jî dê xelat bigirin. Beşên pêşbirkê û xelatên ku bên dayîn jî bi vî awayî ne:

" * Beşa fîlmên metraj dirêj: 30 hezar TL,
* Beşa kurtefîlman: 10 hezar TL,
* Beşa Belgefîlman: 20 hezar TL,
* Beşa belgefîlmên navneteweyî a piştgiriya projê: 3 heb bên hilbijartin û ji her yekî re 10 hezar TL,
* Beşa senoryoya metrajdirêj a neteweyî ya piştgiriyê: 10 hezar TL."
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

“Mûsayê Bêasa” kengî dikeve vîzyonê?

Filma “Mûsayê Bêasa” ya ku behsa jiyana nivîskar û rojnamevanê Kurd Mûsa Anter dike, dê di 3yê cotmehê de di sînemayan de bê nîşandan.

Aydin Orakê ku ji 6 salan vir ve jiyana rewşenbirê kurd Mûsa Anter yê ku di nav kurdan de wek Apê Mûsa tê naskirin li ser dika şanoyê dilîze derhêneriya vê fîlmê dike.
Galaya fîlmê jî di 20ê îlonê de di salvegera mirina Anter de li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ya ku Mûsa Anter lê jidayik bû hat nîşandan. Fîlm dê 3yê cotmehê roja înê di sînemayan de bê nîşandan.

Derhênerê fîlmê Aydin Orak got ku ji ber ku galaya fîlmê di salvegera mirina Mûsa Anter de çêbû, temaşevan gelekî hêstiyar bûne û wiha axivî:

“Kurê Mûsa Anter ê mezin Anter Anter, eqrebayên wî û gelek kes beşdarî galayê bûn. Ji ber ku me fîlm li ser vê axê kişand, ji herêmê kesên ku di fîlmê de lîstibûn jî beşdarî galayê bûn. Dema fîlm hate nîşandan her kes hestiyar û kelogirî bû. Lewra salvegara mirina wî bû û Anter hat bibîranîn. Mirina wî ne mirineke li rêzê bû. Ew bi destê JÎTEMê û bi kîn hat kuştin. Di wê pêvajoyê de giraniya şer û mirinê jî heye. Ji ber vê di galayê de jî rewşeke tengezar çêbû.”

Orak daxuyand ku fîlm dê di 3yê cotmehê de roja înê di sînemayan de bê nîşandan û wiha dewam kir:

“Nîşandana fîlmê û cejna qurbanê di heman demê de ne û ev jî ji bo me tiştekî balkêş e. Ez hêvî dikim ku mirov fîlmê temaşe bikin û fîlm li ser wan bandorekê bike, ev ji bo min girîng e. Ji bo ku mirov bi erdnîgariya kurdan, qerekter û zimanê kurdan re rû bi rû bibe, bi ya min dive mirov vê fîlmê temaşe bike. Dema fîlm tê temaşekirin jî divê mirov bizanibin ku di qada sînemayê de çîrok gotin ne bi tenê cureyekî ye. Bi şiklên cuda cuda ve çîrok tên gotin û divê bi vê bîreweriyê ve fîlm bê temaşekirin.”

Orak got fîlma wî û ya Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” dê di heman rojê de dê di sînemayan de bên nîşandan û ew nizane ku wê encameke çawa çêbibe. Orak wiha axivî:

“Der barê fîlmê û vîzyonê de helbet hêviyên me hene. Em dixwazin ku bila mirov temaşe bikin.Ya ewil, Mûsa Anter gelekî dihat hezkirin. Hema bi tenê ji bo vê be jî, li gor min mirov wê eleqeyekê nîşanî fîlmê bidin. Cejna qurbanê û navê Mûsa Anter ji bo me tiştên êrênî ne. Lê encamê çawa bibe ez nizanim. Fîlma Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” jî dê di heman rojê de di sînemayan de bê nîşandan. Ez nizanim ka wê encameke çawa çêbibe.

Ya rast Mûsa Anter mirovekî wisa jîr bû ku di nav rewşên zor û zehmet de jî dikeniya û komedî dikir. Cem Yilmaz ji tiştên kesane ken û henekan dike. Lê Mûsa Anter ji tiştên polîtîk, bêhiqûqî û qedexeyan li gor kesayetiya xwe henek dikir. Dadgehên ku li wir dihate darizandin dikir şano û bi mînakên ku dida ve hakim didan kenandin. Ya rast saya mînakên ku bi ken dida ve rexneyên polîtîk dikir.”

Derhêner Orak daxuyand ku fîlm ji hêla cureyê ve fîlmeke zor e û dema ku mirov fîlmê temaşe dikin divê hinekî aktîf û haydar bin û wiha axîvî:

“Ez nizanim temaşevan dê der barê fîlmê de çi bifikirin. Lê divê bizanibin ku ev fîlm fîlmeke hêsan nîne û zû nayê fêmkirin. Di vê fîlmê de temaşevan ne pasîf e, aktîf e. Heke temaşevan bibêje ku ez dixwazim pasîf bibim, nikare fîlmê baş fêm bike û temaşe bike. Ev fîlm ne bi tenê tê temaşekirin, di heman demê de tê xwendin jî. Sînema jî wisa ne, bi tenê nayê temaşekirin, tê xwendin jî.”

Li ser pirsa “dema ku fîlm hat temaşekirin û pişt re hat rexnekirin hûnê çi bibêjin” Orak wiha got:

“Ez baş dizanim ku min çi çêkiriye. Ji ber wê ez dixwazim ji gotinên temaşevanan û nivîskarên sînemayê tiştan hîn bibim. Temaşevan kîjan cure fîlman hez dikin ew zanin û ew biryarê didin. Heke hûn li bendê bin ku di fîlmeke hûnêrê de aksîyon çêbibe, hûnê neheqiyê bikin. Ez dixwazim ji nivîskarên sînemayê, ji pisporan, ji yên ku fîlman û cureyên fîlman baş dizanin tiştan hîn bibim. Şîroveyên wan divê tiştekî hînê min bikin. Min dema sahneyan, vegotina çîrokê, nasandina lehengê xwe, epîtoz, mûzîk û kamera çima wisa bi kar anî hemû bi hûrgilî hesab kirin û wisa fîlm kişand. Heke hinek rabin tiştên ku min bi zanetî kirine wek xeta bibînin û min bi van ve rexne bikin dê bikevin rewşeke komîk.”

Orak ji bo xebatên xwe yên pêşerojê jî wiha axivî:

“Mihrîcan û vîzyona fîlmê niha bi têra xwe me mijûl dike. Em gelekî dixebitin. Em nû ji Mihrîcana Fîlman a Alexandrayê vegeriyan. Di rojên pêş me de jî Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn heye. Projeyên me yên nû hene, wek belgefîlm û yên din. Şanoya me dewam dike. Lîstikên me yên nû dê hebin û em ê di nav demê de behsa van hemûyan bikin.”

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Friday, September 12, 2014

Li Berlînê Bayê fîlmê Kurdî

Şevê din li Sînema Babylon a Berlînê filmê Kurdî Siyar 'Der Junge Siyar' bi Premiere hat nîşandan, di salonê de zêdeyî 400 bîner û mêvan ligel hejmarek beşdarên film hebûn û saetek û 45 deqîqeyan film hat nîşandan.



Filmê ku xortekî Kurd binavê Tahir Ebdulah Tahir rola (Siyar) dileyize pey xwîşka xwe dikeve ji Kurdistanê heta Ewropayê ji bo wê bibîne û bikuje, lê di rê de rastî keçeka Kurd tê bi navê 'Evîn' evînî û xoşewîstî di navbera wan de çêdibe dibe, ew xoşewîstî rê li Siyar digire û nahêle xwîşka xwe bikuje, bînerên di salonê de bi vê helwêsta Evînê pir kêfxweş bûn û bi çepikan pêşwazî lê wê helwêstê kirin, salon bi helwêsta wan hejiya.

Derhêner û hunermendê navdar ê sînemayî Mehmed Aktaş ji BasNewsê re li ser reaksiyona bîneran axifî û got: ‘‘Bi rastî ciyê şanaziyê ye ku wiha hejmareke zêde ya Kurdan hatin ji temaşeyî film bikin, li hinek bajarên din mirov dikarîbû bi tiliyên destan wan bijmêre, biyanî zêdetir bûn, lê li Berlîn biyanî û Kurd nîv bi nîv bûn, ev jî tê wê wateyê ku êdî Kurd li filmên xwe xwedî derdikevin.’‘

Aktaş herwiha revenda Kurd rexne kir ku ew li filmên Îbo û Kirmizigul zêdetir temaşe dikin û wiha axifî: ‘‘Divê temaşevanên Kurd zêdetir bibin, emê jî wê demê zêdetir kar bikin, dema ew hebin projeyên me jî biser dikevin.’‘

Aktaş diyar kir ku meda Elmanî bi başî filmên Kurdî dinirxîne û evna jî bo Kurdistan û hikûmeta wê pir pozîtîf e û wiha pêde çû: ‘‘Helbet dema em behsa sînemayê dikin, em behsa rewşa Kurdistanê dikin, hêviya me ew e ku ne xelkê Elman tenê, lê Kurd bi xwe jî xwedî li filmên xwe derbikevin.’‘

Mehmed Aktaş liser projeya xwe ya paşerojê jî got: ‘‘Ez niha filmeke nû amade dikin bi navê ‘‘Reşe Ba-Bayê Reş’‘, ligel derhêner Husên Hesen em kar dikin, li ser vê êrişa DAÎŞ bo ser Kurdistanê ye, eger em film derxînin sînemayê, baş bimeşe, em dikarin projên baştir çêbikin.’‘

Di dawiya Film de pêşwaziyeka mezin li derhêner Hîsham Zaman hat kirin, ew bi çepikan hat ser dikê, axaftinek bi zimanê Înglîzî kir û tê de li ser film xwe rawestiya, behsa kesayetiya SIYAR û beşdarên film kir, herwiha qala alîkarî û zehmet û piştevanên film kir, piştre jî hinek ji beşdar û sponsorên film daxwazî ser dikê kirin û nîqaşeke vekirî çêbû û bersiva hinek pirsên bîneran jî dan.

Hêjayî gotinê ye filmê Der Junge Siyar li piraniya bajarên Elmanya hat nîşandan û pêşwaziyeke germ lê hat kirin. Filmê ku Zaman liser xortê Kurd Siyar çêkiriye, qala jiyana zehmet a Siyar û malbata wî dike, Siyar kesê herî mezin ê malbata xwe ye di şeva dawetê de xwîşka wî Nesrîn winda dibe, ew li xwîşka xwe digere, ew hewl dide û ji bo dîtina wê tê Ewropa.


NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib