Ad (728x90)

Tuesday, November 9, 2010

Filled Under: , , ,

Li Amedê konferansa şanoya kurdî

ÇALAKÎ KONFERANS NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Wekî Şanoya hemû civakan, şanoya kurdî jî xwedî çavkanî û bingehên mezin e. Lê ji nişka ve bi bîra me dixe dibêje: “Lê li ser van çavkaniyan çiqas lêkolîn
hatine kirin, ev çiqas derketine holê? Ev pirs û pirsgirêkeke din e”


10 Tîrmeh 2010

SINEMAKURD.com / hawarnet.com
Şanoger Kemal Orgun diyar kir ku çavkaniya herî mezin a şanogeriya kurdî dengbêjî ye û wiha berdewamkir: “Şanoya cîhanê çawa ku li ser koro ya ku di pîrozbahiyên ji bo Dîyonîsus dihate kirin de ava bûbe, şanoya kurdî jî li ser solo ava bûye. Di bingeha trajediyan de çawa muzîk, rîtm û hinekî jî reqs hebe,
şanoya kurdî jî li ser rîtmê, muzîkê ava bûye, li ser muzîk û rîtmeke dengbêjiyê.”


Kemal Orgun dengbêjiyê dide ber efekteke biyanîkirinê û wiha dibêje: “Her çend ku yekem kesê ku efekta biyanîkirinê di şanoyê de bikaranî wekî Bertolt Brecht bê zanîn jî, yê kurdan her çiqasî ne plan û proje be jî, bi dengbêjiya xwe beriya niha bi hezaran salan li dijî vegotina dramatîk efekta biyanîkirinê bikar
anîne.”


Ji derveyî dengbêjiyê jî Kemal Orgun lîstika “Kalik û Fatê/ Kalo û Pîrê” ya ku Kurdan di pîrozbahiya sersalan de lîstine û lîstika “Beran Berdan” ê jî wekî nimûneyên şanoyê yên ku di nav kurdan de dihate lîstin nirxand. Li ser şanoya kurdî ya modern jî, Kemal Orgun got ku em dikarin bibêjin ku 100-150 sal
raboriya şanoya kurdî ya nûjen heye: Li Başûr, di navbera salên 1910-1920’an de helbestên hin hozanan ji hêla komên gerok ve di nav gel de hatine lîstin û
nasîn. Di hêla raman û naverokê de em dikarin bibêjin ku şanoya nûjen ya Kurdî bi lîstika ‘Dayika Niştiman’ dest pê kiriye.”
Bi berdewamî balê dikşîne ser lîstikê û dibêje: “Dema ku em bala xwe didin lîstikê, rola jinê zilam dilîze. Mînak, yekî zilam rola dayikê dilîze. Ev jî bi me dide xuyakirin ku di şanoyê de jî serdestiya zilêm heye.” Û lê zêde dike: “Lê ev ne tenê di nav me de wiha ye; wan deman di nav civakên din de jî wiha bû.”


Dema ku behsa şanoya kurdî ya Bakur jî dike, bike neke, diçe beriya niha 20 salan û ji me re behsa dijwariya şanoya kurdî dike û rewşa wê radixe ber çavan: “Dema ku di salên 1990’î de me dest bi şanoyê kir tu tiştên me tune bûn. Ne lîstikvan, ne temaşevan, ne derhêner û ne jî nivîskarên me hebûn. Dekor û dika
me tunebû. Ji bilî van jî, şanoya ku me dikir sûc bû. Loma me bi zimanekî qedexekirî şanoyê dikir, me şanoya gelê ku dihate înkarkirin dikir. Ji ber van sedeman jî me ‘şanoyên qorsan’ dikir.


Dema ku mijar dibe şanogeriya kurdî, Kemal Orgun nayê nasîn. Kemal Orgun piştî hilmeke kûr wiha bersiv da: Sedem Populîzm e. Di şanoyeke rasteqîn de têkiliya dikê û temaşevanan têkiliyeke dualîst e; dik û temaşevan rastiya hev zû bi zû qebûl nakin. Lê di şanoya populîst de tişekî wiha nîn e. Şanoya Populîst xwe radestî qelsiya civakê dike û bo vê jî populîzm di civakê de her tim xwe zû bi rêxistin dike. Kemal Orgun li ser girîngiya şanoyê wiha dibêje: “Yek ji wan welatên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ziyaneke mezin ditiye Almanya bû. Piştî şer welatê ku herî zû bi ser xwe ve hat jî Almanya bû. Dipirsin sedema vê çi ye? Bersivê wiha didin: “Sedem şanoya me ye. Şano ji bo gelê me pêdiviya herî mezin e. Piştî şer pêşî me şanoyên xwe ji nû ve ava kir û dû re jî me malên xwe.” Kemal Orgun di dawiyê de jî dibêje: Hetanî ku siyaseta kurd zimanê xwe bi hunerê perwerde neke, ne pêkan e ku ji bo dahatûya gelê kurd derfetên baş çêbikin.”


Kemal herî dawî jî got ku ew ê di meha Îlonê an jî Kewçêra 2010’an de li Amedê cara yekem konferanseke li ser şanogeriya kurdî li dar bixin û di vê konferansê de ew ê pirsgirêkên şanoya kurdî ya neteweyî nîqaş bikin: “Ji bo vê jî em bangî hemû şanoger, derhêner û nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê dikin
da ku temsiliyeta xwe di vê konferansê de bikin.” .. (SINEMAKURD / hawarnet.com)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib