Ad (728x90)

Tuesday, November 9, 2010

Filled Under: ,

Li başûrê Kurdistanê hefteya filman

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Pêncşemiya pêş me li Herêma Kurdistanê hefteya fîlman destpê dike.



10 Tîrmeh 2010

SINEMAKURD.com / hawarnet.com

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Sînemaya Herêma Kurdistan Selah Hesen wiha got, “Sînemakarên me karên baş dikin, lê karên wan tenê
bo beşdarîkirina di festîvalan de ye û bînerên kurd nabînin, lewma me dest bi meşandina projeyekê bi navê hefteya film kiriye”.

Hesen wiha pê de çû, “Hefteya Fîlm dê pêncşema pêş me li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bête meşandin û dê di destpêkê de li bajarê Mexmûrê
destpê bike, tenê ew film dê bên nîşandan ku taybet bi festîvalê hatine berhemanîn û li Kurdistanê nehatine dîtin”.

Hesen axaftina xwe wiha domand, “Hefteya fîlm dê hemû bajar û bajarokên Kurdistanê vebigre û fîlmên sînemayî dê bên nîşandan.

Hesen balkişan ku li rûy alavên teknîkî ve, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan çend alavên nû dabîn kirine ku li Bexdayê hatine, bi vî awayî em dikarin wan fîlman
ku bi kamera û sîstema 35 MM yan 16 MM hatine berhemanîn, nîşan bidin”.. (SINEMAKURD / hawarnet.com)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib