Monday, November 29, 2010
Filled Under: FÎLMÊ BÎYANÎ, XELAT
Xelata belgefilman dan 'Kurdishlover'
By
Serbûriyek
Dated
7:05 AM
Xelata mezin a mihrîcana filman a bi navê “Traces de Vies” (Şopên Jiyanê) a li bajarê Frense Clermont-Ferrand hat lidarxistin belgefilma bi navê ‘Kurdihslover’ ya ku jiyana rojane a malbatek Kurd vedibêje wergirt.
Di mîhrîcana ku hefteya borî hat lidarxistin zêdetirê 80 filmên bi metraja kurt, navîn û dirêj hatin nîşandan. Di beşa pêşbirka îsal a mîhrîcanê de 53 film cih girtin. Filmên ku hêjayê xelatan hatin dîtin, di dawiya hefteyê de hatin ragihandin.
Xelata mezin dan filmê Clarisse Hahn ê bi nave “Kurdishlover”. Derhênera jin Hahn, bi hevalê xwe ê Kurd ku Parîsê rastî hev hatin ‘Welatek neyî’ (Kurdistan) keşif dike. Di filma Kurdishlover jiyana rojane a malbatek Kurd ya Bakûrê Kurdistanê tê vegotin.
Juriya Mîhrîcana “Traces de Vies” ji bo film got; “Ji hemû biyanîtiyan dur û bi yên din re tê cem hev”, Hahn jî got mijara film “mirovên li cihên din çawa bi hev re dijîn’ e. Hahn dema evîna xwe ya bi hevalê xwe yê Kurd re rave dike dibêje; “Nêzîkbûna min a kesên derdorê wî, di heman demê de min nêzîktirî wî dike.”
Xelatên mihrîcanê wiha ne:
Xelata Mezin (Meclîsa Giştî): Filmê Clarisse Hahn ‘Kurdishlover’
‘Xelata Dersînor’ (Meclîsa Herêmî): Filmê C. Mourao ‘Pelas Sombres’
Xelata Kreasyon (Şaredariya Clermont): filmê Cédric Dupire û Gaspard Kuentz ‘We don't care about music anyway?’
Xelata Filmê Profesyonel ê Yekem (Şaredariya Vic-le-Comte): filmê Tahleh Daryanavard ‘Safar’
Xelata Formasyona Dîmenî: filmê Kateryna Svyeshnykova, ‘Madame Farkas’
Xelata Rengîn:filmê Stan Zambeaux ‘Recardo Muntean Rosas’
Xelata Nêrîna Civakî: filmê M.-P.Jaury ‘L’enfance sous controle’
Xelata Komeleyî a Kreasyon: filmê Périphéries Productions ‘Voisins, rencontres et jardins cachés’
Manstyona Taybet: filmê F. Eymenier ‘Et voilà le travail’, V. filmê Sorrel û B. Vey ‘Le cinéaste est un athlète’ û Résidants de la Maison Pierre-Lagourge û L. Pantaléon’un Le cochon de l'Île de la Réunion.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment