Ad (728x90)

Tuesday, November 30, 2010

Filled Under: , ,

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê sibê dest pê dike

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Festîvala Fîlmên Kurdî ya li paytexta Fransa Parîsê li dar dikeve, îsal a 3yemîn di navbera 1-7ê Kanûnê de tê lidarxistin.


Festîvala ku ji aliyê Sînemahezên Kurd û Kolektîfa Hunermendan (Cockdark) ve tê organîzekirin, bi piştgiriya Şaredariya Parîsê û Ajansa Neteweyî ya Guncîna Civakî (ACSE), Restoran Zagros û Restoran Kibele tê birêvebirin.


Li gorî nûçeya ANFê, dê roj a1ê kanûnê bi fîlma Miraz Bêzar a “Min Dît” dest pê bike.

Di çarçoveya festîvalê de dê 24 fîlm bêne nîşandayîn. Di nav vana de, “Evdalê Zeynikê” ya Bulent Gunduz, “Dol” a Hiner Salem, “Demsala dawîn: Sewaxan” a Kazim Oz, “Ziman û du bawol” a Ozgur Dogan, “Pisîkên Îranê” ya Behman Ghobadî û “Çûyin” a Huseyîn Karabey jî hene.

Festîvala yekem 24-30ê Mijdara 2007ê hatibû lidarxistin. Rêkxerê festîvalê Cickdark sala 2006ê ji bo piştgiriya sînema û hunera kurdî li Parîsê hate avakirin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib