Ad (728x90)

Monday, April 25, 2011

Filled Under: ,

Berxwedana gelê kurd û ‘Azadiya Winda’

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Rastiya berxwedana gelê kurd û hovîtiya JÎTEM’ê ya di salên 90’î de bi fîlmê ‘Azadiya Winda’ ku derhênerê wî Umur Hozatli ye îro dikeve vîzyonê. Fîlm rexneyên tund li kesên xemsar jî tîne

Fîlmê ku rûyê reş ê JÎTEM'ê yê di salên 1990'î de li bakurê Kurdistanê kuştin, windakirin û îşkenceyê tîne ziman, fîlmê ‘Azadiya Winda’ dê di 22'ê nîsanê de li ser perda spî bigêje temaşevanan.
Fîlmê bi metraja dirêj ji aliyê derhêner Umur Hozatli ve hatiye amadekirin, pêvajoya şoreşa gelê kurd a bi êş û îşkence tîne ziman. Her wiha kesên ku vê rastiya gelê kurd a bi êş û elem nabîne jî rexne dike.
Fîlmê ku rastî, şer, êş, îşkence, girtin, binçavkirin û mazlûmiyeta gelê kurd û rastiya bakurê Kurdistanê ya salên 1990'î ku li ser gelê kurd pêk hatiye, ‘Azadiya Winda’ di 22'ê nîsanê (îro) li ser perda spî digihîje temaşevên xwe.
Fîlmê ‘Azadiya Winda’ ku rûyê reş ê JÎTEM'ê li ber çavan radixe û kesên li hemberî vê rastiyê rexne dike, piştî li çend mîhrîcanan hat pêşandan li sînemayê ye. Fîlmê ku ji aliyê nivîskar Umur Hozatli yê ku pirtûka ‘Aliyekî dile min’ nivîsandiye û gelek fîlmên metraja kurt amade kiriye ve hatiye amadekikirin, rastiya salên 1990'î ên şerê taybet û qirêj a herêmê bi berfirehî bi temaşevanan ve parve dike.

SÎNEMAYA AZADIYÊ
Derhênerê fîlmê Hozatli ku di pêşbirka fîlm a NÇM'ê de bi çîroka fîlmê ‘Serfiraz’ ê bi kurdî Xelata Jûriyê ya Taybet girt, her wiha dîsa layîqî xelata Azadiya Çapemeniyê ya Hellman Hammet a Komîteya Şopandina Helsînkî hat dîtin, vê carê fîlmê metrajdirêj ‘Azadiya Winda’ temam kir.

 Hozatli, der barê fîlmê de diyar kir ku demeke dirêj e li ser vî fîlmî xebatê dimeşîne û xwestiye ku rastiya JÎTEM'ê ya li herêmê bîne ziman. Hozatli, anî ziman ku ji bo sînemayê bingehek amade kir û li ser vêbingehê ev fîlm amade kir. Hozatli, da zanîn ku dema fîlm amade kir, tiştê herî zêde ew xist nava zehmetiyê butçe û fînans bû û wiha got: “Em ji aliyê butçeyê ve rastî astengiyan hatin. Bi taybetî ji bo amadekrina fîlmê azadiyê dîtina pereyan û fînansê zahmetir e.”

KURDAN GELEK ÊŞ KIŞAND
Hozatli, da zanîn ku wî vegotina êş û serpêhatiya gelê kurd ji xwe re kiriye karekî sereke û wiha axivî: “Gelê kurd piştî demeke dirêj a koletî û dîlgirtinê dest bi tekoşîna azadiyê kiriye. Di dema têkoşîna azadiyê de dîsa rastî gelek êşên pir giran û dijwar hatiye. Dema min sînemaya azadiyê çêkir, min xwest vê rastiya ku bi serê gelê kurd de hatiye bînim ziman. Gelê kurd ji bo azadiya xwe êşên gelek mezin kişandine. Dîsa ji bo azadiya xwe bedelên gelek mezin daye. Min xwest vê têkoşîna gelê kurd û êşên ku bi gelê kurd hatiye kişandin bi gelê cîhanê re parve bikim. Min xwest ku her kes vê rastiyê bibîne û bizanibe.”

‘EM?DÎSA?JÎ?BI?HÊVÎ?NE’
Hozatli, destnîşan kir ku li dijî bingeha faşîzan a dewletê, li Tirkiyeyê di qada çand û hunerê de hêzên demokratîk û azadîxwaz hene. Hozatli, daxuyand ku ji ber vê yekê di pêşxistina sînemaya azadiyê de ne bêhevî ye.

Hozatli, daxuyand ku wî bi vî fîlmî xwestiye ku rastiya JÎTEM'ê û Ergenekonê li ber çavan raxe. Hozatli, bibîrxist ku JÎTEM û Ergenekon li herêmê deşîfre bûye, lê ew dixwaze bi vî fîlmî rastiya JÎTEM û Ergenekonê li ber çavê hemû cîhanê raxe û wiha pêde çû: “Hêj     Suleyman Demîrel, Mehmet Agar, Tansu Çîller û her wiha hemû Serfermandar hêj li ser kar in. Her çend AKP bêje li dijî Ergenekonê têdikoşe jî di rastiyê de ne wisa ye.” Hozatli, da     zanîn ku hêj dewlet nirxên gel naparazê û hêj bi polîtîkayên înkar û îmhayê komkujiya ziman, çand û siyasetê li     ser gel dimeşîne. DÎHA

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib