Tuesday, May 10, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlmê "Cihek ji bo Lîstinê" li Duhok û Zaxo tê nîşandan
By
Serbûriyek
Dated
12:08 PM
Biryar e, fîlmê “Cihek ji bo Lîstinê” tê derhêner Şewket Emîn li bajarê Duhok û bajarokê Zaxo bê pêşandan.
Fîlm dê, îro, ji Birêveberiya Hunera Şanoyê li parêzgeha Duhokê bi hevkariya fîrmaya “GEG” ya reklaman, li hola Cezîrî ya li bajarê Duhokê were pêşandan.
Birêveberê Hunera Şanoyê Mesûd Arif di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku fîlmê Cihek ji bo Lîstinê ji derhênana Şewket Emîn e û di gelek festîvalên navneteweyî de beşdar bûye.
Arif amaje kir ku ew fîlm, heta niha 11 xelatên cîhanî bi dest xistine û dê sibe li hola Koçika Hunerê li bajarokê Zaxo jî bê pêşandan.
Derhêner Şewket Emîn di sala 1973yê de li Zaxo hatiye dinê û di warê şano, televizyon û sînemayê de li Îran û Herêma Kurdistanê xebitiye û derhênana gelek fîlman kiriye.
Fîlmên Emîn beşdarî festîvalên navneteweyî li Brazîl, Almanya, Îran, Holanda, Belcîka, Misr, Îtaliya û Hengaryayê kirine.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment