Ad (728x90)

Tuesday, May 10, 2011

Filled Under: ,

Li ser riya rasitiyê; Unknown-Bênasname

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE
Holywooda ku bi pratîkên xwe safsatayên wekî ‘Xewnên Amerîkayê’ temaşevanan dixe dêwla nezan û femkoran di heman demê de endustriya sînemaya cîhanê jî di destê xwe de digire.
Holywooda ku ji alî muxalif û azadîxwazan ve wiha tê pênasekirin bi fîlmê xwe yê dayî yê bi navê ‘Unknown-Bênasname’, hem bi mijara xwe ya ku mirovan şaşwazî dike li ser îmajê disekirne, hem jî rewşa paradîgmaya emperyal a li hemberî ‘heqîqetê’ radixe ber çavan.

‘Unknown-Bênasname’ yê ku îdraqa temaşevanan a der barê sînemaya Holywooda ku bi alên amerîkî neqişandî parîkî be jî tamîr dike berî çend rojan ket vîzyonê. Dema ketina vîzyonê ya fîlmê ku bi geşedanên Rojhilata Navîn û nîqaşên ku piştî belavbûna belgeyên Wikileaksê re balê dikişîne ser xwe.

LÊGERÎNA HEQÎQETÊ
Derhêneriyê fîlmê Jaume Collet-Serra kiriye. Serra di fîlmê xwe de cih daye lîstikvanên navdar ên wekî Liam Neeson, Diane Kruger, January Jones, Bruno Ganz, Sebastian Koch û çendên din. Fîlm bi lewna xwe fişarî û dramatîk e. ‘Unknown-Bênasname’ berê projeksiyona xwe daye ser nakokiyên kesên ku di karên îstîxbaratê de dixebitin û polîtîkayên Amerîkayê ku çawa dixwaze dinyayê li gorî dilê xwe ji nû ve dîzayn bike û nakokiyên di van polîtîkayan de radixe ber çavan.

Fîlmê ku ji destpêkê heta dawî bi fişareya xwe temaşevanan bi bandor dike û bi mijara xwe ya wekî xaçepirsê jî temaşevanan dixe nava aksiyona fîlmê. Fîlm bi zemîna xwe ya ‘nenasî û hewldana xwe ya ji bo bawerkirinê’ û bi dîmenên tîr û tijî ku vê zemînê qewîn dikin balê dikşîne ser xwe.

Fîlmê ku bi mijara girtiye destê xwe di paralela The Bourne Identity, Fight, Plan û hwd de ye bi kadroyê lîstikvanên xwe jî bala mirovan dikişîne ser xwe. Fîlm di esasê xwe de li dev û dora bûyereke ku çend zanyarên dinyayê li Berlîna Almanyayê tevlî konferanseke dibin û çend kesên ku di îstîxbarata Amerîkayê de dixebitin jî li wir peywirdar in, diçe û tê.

POLÎTÎKAYÊN EMPERYAL
Di konferansa zanyariyê ku gelek zanyarên navdar û girîng tevlibûnê de, dê daxuyaniyeke ku bi kapîtalîzmê re jî têkildar e dê bê dayîn. Bi fînansmana Qralê Siudî û bi tevahi bi awayeke xwezayî lewneke gilgilê tê hilberandin ku ev behrem çar demsal şîn tê û di nava salekê de çend caran jî dikare bê hilberandin dê divê daxuyaniyaniya zanyaran de ji raya giştî ya cihanê re bê parvekirin helbet ev herçend ji bo gelên cîhanê baş be jî, yên ku zikreşiya vê projeyê dikin jî hene. Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst naxwazin ku ev proje bikeve meriyetê.

Van hêzên hegemonîk ji bo ku bazara wan a qirêj û hiberînên wan ên bi hormon ku bi milyaran dolar lê terxankirine winda nekin, dixwazin ku bi komeke sîxurên CIA’yê otela ku zanyar lê dimînin bi bombeyan hilweşînin. Yek ji wan sîxuran jî yê bi navê Martin Haris e. Harris wekî doktorekî hem jî wekî ezimaniyekî konferansê dê bikeve nava koma zanyaran û agahiyên îstîxbaratî bide wan. Lê belê Harris li Berlînê qezayekî trafîkê derbas dike û dibîne ku yekî din ketiye dêwla wî û hevsera wî jî wî nas nake. CIA’yê ku piştî qezayê dibêje Harris ji kontrolê derketiye, elemanekî din dixe dêwla wî û paşeroja Harris bi tevahî jêdibe ango Harrisekî din diafirîne. Harrisê ku bi kesekî nade bawerkirin ku ew e, difikire dibêje ku di qezayê de hişê xwe winda kiriye, lê belê dîsa jî dikeve pey şopa heqîqetê û aksiyona filmê bilind dibe. ANF

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib