3 fîlmên ku vê hefte ketin nîşandayînê...
Çavên Julia'yê - Los Ojos de Julia
Derhêner: Guillem Morales
Lîstikvan: Belén Rueda, Lluis Homar, Joan Dalmau
Cure: Tirs, Rageşî
Welat: Spanya
Nexweşiyeke Julia'yê ku paşê bibe sedema kor bûna wê heye. Xwşika julia'yê jî bi heman nexweşiyê ketiyê û di bodruma malê de xwekuştiye. Her çiqas herkes dibêje ku ew xwekuştiye Julia vê yekê bawer nake. Ji bo ku kî xwişka wî kuştiye û sedema vê nexweşiyê çiye dikeve nava lêgerînê. Piştre Julia ji çavê xwe operasyonek derbas dike û bi qasê 2 hefteyan nabîne di nav vê 2 hefteyan de ew hîs dike ku kûjerê xwişka wî dikeve xaniyê û wê temaşe dike. Gelo hîsên Julia'yê xeyal an rastî ne?
Derhêner: Nicolas Cuche
Lîstikvan: François-Xavier Demaison, Armelle Deutsch, Raphaël Personnaz
Welat: Frensa
Cure: Komedî , Romantîk
Pirsgirêkeke girîng a Jullien Monnier’ê heye. Her çiqas şêwirmendeke baş a têkîliyan be jî jinên ku dikevin jiyana wî ji 2 hefteyan zêdetir li cem wî namînin. Çiqas jin evîndara wî bûne her tim serê wan jinan bi avayên cur bi cur ketiye belayan. Julien ji bo jinan pisîkek reş e. Julien dema ku biryar dide ku êdî bi jinan re têkîlî daneyne ji jineke bi navê Johanna re evîndar dibe. Lê Joanna jî dibîne ku hemû bêşensîyên ku tên serê wê piştî ku Jullien ketiye jiyana wê derketine holê....
Kemîn - Wrecked
Derhêner: Michael Greenspan
Lîstikvan: Adrien Brody, Caroline Dhavernas
Welat: DYE, Kanada .
Xeyal bikin ku hûn di erbeykê de bi avayekî qeza kirî û li derdora we tijî bi cesedên mirovan re tije ye ji xwe şiyar dibin. Hûn nizanin hûn li kune, hûn kîne û hûn nizanin çi dikin. Hûn di nava vî çîrokê de him qûrbanin û him jî tawanbarin. Gelo hûn karibin ji vê çîroka ecêb ji paşeroja xwe birevin...
(HAWAR NET/SînemaKurd)

0 yorum:
Post a Comment