Ad (728x90)

Sunday, July 17, 2011

Filled Under: ,

4 fîlmên nû Roja Evîndaran a Şîn, Halên Evînê, Xweda û Mirov û Harry Potter û Yadîgarên Mirinê: Beşa: 2

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE


Vê hefte 4 fîlmên balkêş di vîzyonên navnetweyî de ne...




Roja Evîndaran a Şîn - Blue Valentine

Derhnêr: Derek Cianfrance
Lîstikvan: Ryan Gosling, Michelle Williams, Mike Vogel, devamı...
Welat: DYE
Cure: Romantîk , Dram
Süre: 120 dk Yapım yılı: 2010

Roja Evîndaran a Şîn behsa çîroka evînê ya Dean û Cindy'ê vedibêje. Zewaca Dean û Cindy'ê serneketiye. Dean û Cindy di vê pêvajoya trajîk a jiyanên xwe de dixwazin demên ku bi hev du re bûbûn evîndar bînin bîra xwe.

Fîlm dixwaze têgînên dijber bîne ba hev. Hezkirin bi nefretê, paşaroj bi pêşarojê, xeyal bi rastiyê, ciwanî û kalbûnê, mêr bi jinê tê hemberî hev....






Halên Evînê - Le Nom des gens

Derhêner: Michel Leclerc
Lîstikvan: Jacques Gamblin, Sara Forestier, Zinedine Soualem, devamı...
Welat: Frensa 
Cure: Pêkenînî

Komediyeke bi şêwaza Frensî ku behsa evîna navbera jineke ciwan û mêrekî navsale...

Di nav fîlmê de romantîzmeke bikêf û mîzaheke bi şevhet heye û derbarê pêywendiyên Ereb-Cihû, atnî semnîtizm, penaberî û nasnameya çandî de peyamên xûrt û wêrek dide.

Di nav fîlmê de dîyalogên Frensî, Yûnanî, Erebî û Îngîlîzî cîh digrin. Fîlm xwedî şêwazeke pir çandî-pir netewî ye.



Xweda û Mirov - Des hommes et des dieux

Derhêner. Xavier Beauvois
Lîstikvan. Lambert Wilson, Michael Lonsdale, Olivier Rabourdin, devamı...
Welat: Frensa
Cure: Dram

Derhêner Xavier Beauvois piştî fîlma xwe ya  Le petit lieutenant a sala 2005'an ji nû ve li pêşberî me ye. Fîlmê nû ya Beauvois ê a bi navê Xweda û Mirov wek şaheserek derbarê bawerî û fanatîzmê de tê nirxandin.




Harry Potter û Yadîgarên Mirinê: Beşa: 2 - Harry Potter and the Deathly Hallows - Part 2

Derhêner: David Yates
Lîstikvan: Daniel Radcliffe, Rupert Grint, Emma Watson, devamı...
DYE , Brîtanya
Cure: Fantasîk

Rêze çîrokê ya Harry Potter bi xeleka xwe ya dawîn bi dawî dibe. Di vê fîlmê dawî de şerê herî bi heybet ya rêzê pêk tê. Êdî her tişt hatiye konaxa dawîn û tu tişt û tu der ne ewle ye. Di vê şerê dawîn de wê Harry Potter him derbarê paşeroja xwe de gellek tişt hîn bibe û her wiha wê fedakeriyeke pir mezin bike.

Ji vê fînala bêhempa bêpar nemînin....


(HAWAR NET/SînemaKurd)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib