Erebe 2 - Cars 2
Dîroka Nîşandanê: 19 Tebax 2011
Derhêner: Brad Lewis, John Lasseter
Lîstikvan: Owen Wilson, Larry The Cable Guy, Michael Caine,
Cure: Anîmasyon / Ji bo zarokan
Beşa dûyemîn a fîlmê navdar a anîmasyonî ku ji aliyê zarokan ve gellek tê hez kirin di nîşandayinê de ye. Fîlm bi avayê 3D dikare bê temaşe kirin.
Mijar: Erebeya navdar a pêşbirkê McQueen û wesayîta rizgarkirinê ya bêhempa Mater di "Erebe 2" de ji bo tevlî bûna pêşbirka Şampiyonaya Erebeya Herî Bilêz a Cîhanê derdikevin rêwitiyê. Lê di vê navberê de Mater xwe di nava mecareyake sîxûrtiyê de dibîne. Lê divê Mater di pêşbirkê de alîkariya McQueenê bike. Rêwitiya tijî bi aksîyon a Materê wî dibe nav xirecirê li kolanên Ewrûpa û Japonyayê.
Li Her Derê Evîn 3 - Manuale d'Amore 3
Dîroka Nîşandanê: 19 Tebax 2011
Derhêner: Giovanni Veronesi
Lîstikvan: Robert De Niro, Carlo Verdone, Riccardo Scamarcio
Cure: Pêkenînî, Romantîk
Di rêzê Manuale d'Amore a fîlmê romantîk pêkenenînî de beşa seyemîn li pêşberî sînemahezan e. Lîstikvaniya Robert De Niro û Monicca Bellucia di vê fîlmê de balê dikşîne.
Mijar: Fabio 20 salê li jina xwe girêdayî ye û şevekî jineke ciwan a bi navê Eliana wî televizyonvanê navdar ji rê derdixe.
Li alkiyekî din parêzvanê çeleng di dema ku bi destgirtiya xwe re planên zewacê dike bi nasîna Mîcolê jiyana wî serûbin dibe û li aliyekî din jî Adrîdan ku profesorê dîrokê ye piştî ku ji jina xwe vediqete dibe evîndarê keçika hevalê xwe yê herî nêz. Û dewama vî çîroka ecêb di sînemayan de li benda we ye...
(HAWAR NET/SinemaKurd)
0 yorum:
Post a Comment